KOBANÊ – Ahmet Pîr, bi xwe xelkê Kobanê yê û bavê Şehîd Dilşer e. Ahmet Pîr bi xwe bi awayekî çekdarî tevlî şer nebû, le milê Lojîstîkê de di nava şerê Kobanê de xebat meşand û ciwanên ku tevlî şerê Kobanê bûn di nêz de naskir. Ahmet Pîr bi ajansa me re li ser Şehîden berxwedana Kobanê axifî û got:
“Ez di nava civakê de bi navê Ahmetê Pîrê têm naskirin.Bavê Şehîd Dilşer im. Dema mirov behsa berxwedana Kobanê dike, mirov dikeve heyecanê. Ez bi xwe ser lojîstika giştî disekinîm. Me lojîstîk bi reve dibir. Berê şerê me li hemberi Cephetûl Nesîr bû, piştî Cephetul Nesîr, Daîş êrîş kir. Wexta ku Daîş li Mûsîlê bi tank û topên xwe derket û hate Dêra Zorê, di Reqa de êrîşî vir kirin, hevalên me yên ciwan, şervanên azadiyê ku li hember tank û topan canê xwe danê ber agir. Şehîd Viyan li tepê Til Ebit, Girê Spî canê xwe da. Bi dilovanî wan kesan ku canê xwe dan, ji bo axa Kobanê bû. Şehîd Viyan bi xwe dema ez ser Lojistikê bûm, hat gel min. Keleşeke hevalên me ji mala me bû, keleşê xwe û jarjorê xwe ji mala me bû, hat, rakir û bir. Despeka emrê xwe bû. Heval Viyan hat sîlah rakir û got ‘Yabo yabo keyfeke min heye ez ê herim şer’ ya min go ‘sebir bike ma tu herî dîlanê?’ û digot ‘ere yabo ez ê herim dîlanê’.
Ew berxwedaniya ku hatiyê kirin, rastî ne tiştekî hêsan bû. Rûxmê vê jî serket. Ji ber ku bi îrade qewîn, fikir û felsefeya Rêber APO, çeper bernedan, çeper mezin bû, hevalê me hindik bûn. Çepe şûnda kişand bes ji bo çeper kin bikin, teng bikin ji bo ku Kobanê neçê.
Şehîd Êrîş li tepê Dolî bû, ez bi xwe cem hevala Narîn, hevala Sefkan bûm. Ew ji Heval Êrîş re digotin ‘heval biçe’ lê ew digot ‘ez naçim’. Heval Êrîş digot ‘Bila tank pêle cenazê min bike û wisa derbasî Kobanê bibe’ bi xwe xwe şûnda nekişiya. Hevalê bi wî rengî hebûn. Hevalê me bi silahê xwe de diçûn li hember tank û topan berxwedidan. Ev ne tiştekî hindik bû.
Hevalên me ku li Bakur hatin, 21 hevalê wan ava Kobanê venaxwarin. Ez bi xwe ser Lojistîk bûm, me Lojistîk li Bajar belav kir ji bo şerê Bajar û hevalê me birçî neminin. Lojistîka me ber derî bû, em tişten ji bo hevalan hazir dikin ji bo werin avekî vexwin, parîyek nan bixwin û dakevin şer. Ama hevalên me ku ji Bakur hatin, êrîşa kelêşan kirin, şer kirin û 21 hevalên me ava Kobanê venedixwarin, wisa Şehîd ketin.
Wê deme jî Erdoğan got ‘Kobanê ket û wê bikeve’. Di we deme jî berxwedaniya gelê me li Bakur hebû ku 4 mehan ser sînor man û alikarî ji me re şandin. Banga Serokatî ji wê deme bû ‘Kobanê nakeve û wê nekeve jî’. Her çar parçeyan berê xwe dan Kobanê û nehiştîn Kobanê bikeve. Tu Şehîtlikê binerê pir goristan hene, bê nasname, ji ber ku hin nasnameya xwe nedan û Şehîd ketin. Xwîna xwe dan ji bo Kobanê nekeve. Kobanê biketa îro kesek nikarî bigota em Kurdin jî.
Çi hiştiyê Kobanê îro neyê dagirkirin? Berxwedaniya hevalê wekî Heval Kendal, heval Hogir, wan ciwanên me ku canê xwe kirin qurban ji bo Kobanê neçe. Niha îro jî tu dinerî hindek ciwanên me berê xwe didin Ewropa, tu herê Goristanê, wexta ku tu ber Goristanê derbas dibe nabejin ku wana ji bo vê axê canê xwe kirin qurban, em jî berê xwe didin Ewropa. Ev axa ji kî re diminê?
Tu bala xwe bide, her ciwanekê despêkê emrê xwe dayê, xwe kirîye qurban ji bo we welat werê parastin. Banga me ji gelê me re, ji ciwanên me re ku ji xwedî li Kobanê derkevin. Wan însanan xwe kirin qurban, ji bo ev ax were rizgar kirin, îro em hemû dûnyayê hatinê naskirin. Tu dinerî wan kesen ku direvîn Ewropa, dibê Kobanê hûrmetekê ji Kobanê re dikin. Em jî we derkê dev ji axa xwe berdin direvin Ewropa. Hevala Arîn na despekê emrê xwe bû û canê xwe kir qurban. Wan kesên wek wê hiştin ku Kobanê nekeve.
Banga Serokatî jî pir girîng bû. Îro bû 26 salan Serok APO berxwe dide hindir zindanê de, dixwazin di şexse Serok APO de gelê Kurd teslim bigrin. Lê Serok jî canê xwe kirî qurban û 50 salê vê şoreşê bireve dibe û 26 salan jî di nava çar diwaran de ye. 3 salan tu agahî ji wê nehatiyê. Mirov ji Serokatiya xwe, ji Şehîden xwe, li axa xwe xwedî derkeve. Tu xwedî dernekevî kesek jî xwedî dernakeve. Çawa Serokatî dibejê ku ‘gelekî bi rexistin kirîbe, dunya alem were ser, lê nikarê, lê gelekî ku ne rexistin kirî be bikeve’.
Banga me ji ciwanên me, ji gelê me Kurd; xwe rexistin bikin. Îro ji alêm û dûnya em hatin naskirin. Dijmin bi Skorskî û Teyarê an êrîşî ser Metîna dike, dixwazin îradeya gelê Kurd ji wir de jî bişkînen. Yanî eger Gerîla here, gelê Kurd giştî daçê. Niha nasname me gerîla yê. Ciwanên me ne. Gavekê ku Serokatî digot ‘Me bi ciwanan despê kir, emê bi ciwantî serbikevin’ zaten ciwanan me niha îro xwedî rexistina xwe, ji partiya xwe, Şehîden xwe derdikevin. Lê çiqas em jî wekî insanên bi emr dibe, xwedî ji ciwanên xwe derdikevin. Em pişta ciwanên xwe bin, bila ciwanên me dernekevin derve.
Kobanê berxwe dida. Piştî 46 rojan şunde mudaxalê hatiyê kirin. Me nizanî bû ew ji Iraqê de tên. Dibejin ger morî li erdê bimeşê, dibîne. Ew hatin û dîtin ku Kobanê berxwe da. Piştî 46 roj şûnda ku ciwanên me hîna berxwe didan, piştî wê mudaxale kirin. Ne ku me vegerand, le nîvekê di halê we bû. Ama ciwanên me berxwe dan. Şer gihiştî Qipik xwastin Qipik ji dest xwe xinin, lê ciwanên me di we derge canê xwe kirinê qurban û nehiştin wisa bibe. We deme dîtin ku ser erdê quwetêk heye û mudaxalê kirin. Bi wî rengî bu.
10 heya 12 hezar Şehîden me heye, 23 hezar birindar me, gaziyên me hene. Em dibejin Şehîden nemirîn. Mirov xwedî ji axa xwe, ji welatê xwe, ji nasnameya xwe derkeve banga min ji gelê me re, ji ciwanên me re xwedî ji axa xwe û Serokatiya xwe derdikevin.”