NAVENDA NÛÇEYAN – Li El Babê çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker dîsa destpê kirin. Ji ber ku hin ciwan ji ber protestokirina dewleta Tirk ji aliyê îstîxbarat û artêşa Tirk ve hatin binçavkirin û revandin, li ber navenda leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li bajêr tê protestokirin.
Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, gel daketin qadan û li dijî leşkerên Tirk çek hilgirtin. Pevçûnên di navbera artêşa Tirk a dagirker û gelê herêmê de her ku diçe zêde dibe. Gel dixwaze dewleta dagirker bajarên wan biterikîne.
Niha jî navenda artêşa Tirk û çeteyên wê ji aliyê komek xwepêşanderan ve hatiye dorpêçkirin.
Li herêmê dengê çekên giran tê.