NAVENDA NUÇEYAN- Ji bo endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên li bajarên Kobanê û Şehba Şehîd Vejîn Jiyan û Şehîd Wehîd El Xelef ku par li Rojava şehîd bibûn û fermandarên ciwanan Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Kobanê- Ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwanên Kobanê ve bîranîn ji bo her çar şehîdên pêşeng hat li darxistin. Gelek jinên ciwan û malabatên şehîdan tevlî bîraninê bûn. Di bîranin deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpêkirin piştre ji bo şehîdan ber wêneyên wan mum hatin pêxistin. Li er wate û rastiya şehîdan ji aliyê Cîhan Mihamed axaftinek kir. Cîhan Mihamed di axaftina xwe de qala tekoşîna her sê jinên ciwan kir û da diyar kirin ku divê jinên ciwan xwedî erk û berpirsiyartiyên xwe yên demê derkevin da ku bikaribin xwen û xeyalên şehîdan pêk bînin. Di dawî de sinevizyonekê di derbarê şehîdan de hat tameşekirin û bername bi sloganan bi dawî bû.
Şehba- Li şehba jî ji bo her çar şehîdên pêşeng ya jinên ciwan bîraninek bi girseyî hat li darxistin. Bîranina ku di şexsê şehîd Bişeng, Sara û Vejîn, ji bo tevahî şehîdên şoreşê hat destpêkirin bi mum pêxistian ji bo şehîdan berdewam kir. Her wiha di bernameyê de du jinên ciwan stranek ku ji bo şehîd Vejîn Jiyan amadekiribûn gotin. Di berdewamiya bernamê de sinevizyona ku qala tekoşîna her sê şehîdên jinên ciwan ya pêşeng dike hat tameşekirin û bîranin bi sloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.