NAVENDA NÛÇEYAN
Carek din ispat bû ku dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala seytereyên kontrolkirina nasnameyan danîne û herêmê dagirkirine.
Beriya niha bi demekê jî derket holê ku dewleta Tirk a dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê nasnameyan kontrol dikin û xalên kontrolê danîne.
Ev yek bi dîmenên nû re carek din ispat bû. Li gorî çavkaniyek taybet ku dîmen ji ajansa me re şandiye, dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala ya ser bi Amêdiyê seytere daniye û nasnameyên welatiyan kontrol dike.
Li gorî dîmen tê dîtin ku leşkerên Tirk li ser rê seytere danîne û weke ku li Tirkiyeyê bin, nasnameya xelkê Başûrê Kurdistanê kontrol dikin.
Leşkerên Tirk ji xelê Başûr re dibêjin ku ev der xaka Tirkiyeyê û bi pasaportên xwe werin bigerin.
Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.