ÎZMÎR – Gelê Welatparêz li Îzmîrê çûn serdana sersaxî ya Nûdem Kurt a ku di 30’ê Hezîranê de li Metîna heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî dagirkeran şer kir û şehîd bû.
Ji bo gêrîlaya azadiyê Nûdem Kurt (Newal Mêrdîn) a di 30’ê Hezîranê de li Metîna şehîd ketibû, li mala malbata wê ya li Taxa Ornekkoyê ya navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, sersaxî hate xwestin. Komeleya Piştevan Anadoluyê ya bi kesên xizmên xwe winda kirine (ANYAKAYDER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Demokratîk sersaxî dixwazin. Komeleyên Elewiyan (DAD) Şaxa Îzmîrê, Partiya Wekhevî û Piştevaniya Gelan (DEM) rêveberên parêzgeha Îzmîrê û gelek welatparêz ziyaret kirin.