KOBANÊ- Endamên saziyên sivîl, rêveberiya xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan jî di nav de, bi sedan şêniyên kantona Firatê sersaxî ji malbata gerîlaya YJA Starê Jiyan Rêdûr (Darşîn Mûsa) re sersaxî xwest.
Konê sersaxiyê li taxa Şehîd Yehya a li bajarê Kobanê hat vedan û merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: ” Şehîd Jiyan Rêdûr bi têkoşîn û berxweda xwe mohra xwe li dîrokê xist. Jiyan Rêdûr piştî şehadeta birayê xwe çeka wî rakir û da ser xeta wî. Em ê xwedî li şehîdan derkevin û têkoşîna wan bidomînin.”
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî got:” Bila serê malbata şehîd sax be. Şehîd Jiyan ji bo gelê xwe têkoşîn kir. Em ê jî xwedî li têkoşîn û berxwedana wê derkevin.”
Xwîşka şehîd Jiyan Rêdûr Mizgîn Mûsa got ew bi şehadeta xwişk û birayê xwe serbilind e.
Piştre wesîreya şehîd Jiyan Rêdûr hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.
Merasîmê sersaxiyê bi dirûşma ” Şehîd Namrin” bi dawî.
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Rêdûr 30’ê Hezîrana îsal li Metînayê di berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû. Birayê şehîd Jiyan Rêdûr, Delîl Mûsa bi nasnav Rêdûr 2015’an li çiyayê Kurdistanê di nava refên gerîla de şehîd bûbû.