REQA- Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber APO, meşek li dar xist. Bi sedan şênî, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinên jinan tev li meşê bûn.
Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a bajêr dest pê kir. Şêniyan wêneyên Rêber APO û pankartên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji tecrîdê re na”, “Dem dema azadiyê ye” hildan.
Meş li Qada Jina Azad a bajêr rawestiya. Li wir hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Ehmed axivî, îşkence û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were, kar û xebatê bikin.
Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kînane Ebdo jî got: “Ramanên Rêber APO, çareseriya herî guncaw a pirsgirêkên Rojhilata Navîn û sepandina aştiyê li seranserî cîhanê ne.”