STUTTGART – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, Kurdistaniyên li Stuttgartê dijîn û dostên wan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Kurd (TekoJIN) û Meclîsa Gel a Stuttgartê daketin qadan. Ciwan û gelê Kurdistanê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO meşiyan û piştre daxuyaniya çapemeniyê xwendin.
Meş bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Di meşê de girseya gel bi alên Rêber APO, alên YPG-YPJ û TJK-A û meşaleyên rengîn meşiyan û pankarta “JJi Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” vekirin.
Di meşê de li ser sîstema qirkirina Îmraliyê, tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û 40 meh zêdetir agahî negirtina ji Rêber APO, daxuyanî hatin xwendin.
Her wiha êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst û xiyanetkar PDK’ê bi dirûşmeyên “Bimre Xiyanet – Bijî Berxwedana Gerîla” hatin protestokirin.
Girseya ku li kolana Stûttgart Cannsttad platzê dest bi meşê kir, hat qada Badcanstadtê û li vir daxuyaniya çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya çapemeniyê de bêdengiya saziyên bi navê CPT û NY’ê yên li hemberî tecrîda li ser Rêber APO hate protestokirin û bang li wan hate kirin ku erka xwe pêk bînin û hate destnîşankirin ku divê zextê dewleta Tirk a dagirker were kirin da ku li ser Rêber APO tecrîd were rakirin. Her wiha ciwanan diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Onder APO pêk were ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Ciwanan xeta xiyanetê ya PDK’ê şermezar kirin û bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku li dijî xeta xiyaneta PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê dakevin qadan.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê gerîlayan li dijî hedefgirtin û girtina ciwanên ku li ser medyaya civakî dîmenên govendê dikişînin bertek nîşan dan.
Çalakî bi kişandina govendan bi dawî bû.