QAMIŞLO – Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li bajarê Qamişlo aktîvîteyên werzîşê bi taybet ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ve tên pêşxistin.
Ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê li Lîstokgeha Dostaniya Norwêcê kelûpelên werzîşê li lîstikvanên zarok ên ku tevlî Akademiya Heysem Kaco dibin hat belav kirin.
Her wiha turnoveyekî futbol a zarokên ku di salên 2013-2014 jidayikbûn tê li darxistin.
Di roja yekemîn a turnove de, di nava tîmên ku di sala 2013-2014 jidayikbûn lîstoka di navbera tîma Asayîş û tîma Amûdê bi encama 2-2 bi dawî bû. Tîma Tekoşînê jî li hemberî tîma Nîştîman bi 4-3 bi serket.
Di navbera tîmên ku di sala 2011-2012 de ji dayik bûye tîma Stêrk li hemberî tîma Mewaheb Amûdê bi ser ket û tîma Biratî li hemberî tîma Nîdal bi serket.