PARÎS – Li banliyoya Grigny ya paytexta Fransa Parîsê, ji bo şehîd Raman Rênas, Şehîd Cengawer Mîkayil û Şehîd Andok Tolhildan ji cangoriyên azadiyê ku ji aliyê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ve hate ragihandin, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê ya bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li ser navê şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li dû kêliya rêzgirtinê li ser girîngiya şehîdan û tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO axaftin hatin kirin.
Divê em her qadê veguherînin qada têkoşînê.
Li ser navê Meclisa Gel a Grîgnî Faruk Serhed axivî û diyar kir ku dilsoziya bi şehîdan re ancax bi parastina têkoşîna wan pêkan e û got, “Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwerexna herî mezin em dikarin li gelê xwe û partiya xwe bikin. Rêbertî ew e ku divê em her qadê veguherînin qada têkoşînê, tenê bi vî rengî em dikarin bersivê bidin.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Welat Andok axivî û wiha got: “Em her şehîdekî xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza soza têkoşîna xwe didin. Paradîgmaya Rêber APO ne tenê ji aliyê çar parçeyên Kurdistanê ve ji aliyê hemû gelên cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Li aliyekî rastiya PKK’ê ya ku tevî hemû zehmetiyan bi biryardarî têdikoşe û li aliyê din jî xeta îxanetê ya PDK’ê diyar e.”
Welat Andok “Yek ji bo hemû gelê xwe têdikoşe, yê din li berjewendiyên hemû malbata xwe digere. Em jî weke gelê welatparêz bi dirûşmeyên xwe yên li qadan berz kirin, em ê derxin holê ku em ê cihê xwe li ku bigrin. Divê em her tim deyndarê her kesayeta milîtan a APO’yî ya ku ev têkoşîn meşand û di vê dozê de şehîd ketine û li gorî wê tevbigerin.”
Em soz didin ku em ê bi serkeftinê tacîdar bikin
Li ser navê TCŞ’ê Şervan Varto axivî û got, “Em ê rê nedin ciwanên Kurd ên ji ber zîhniyeta xwe ya dagirker bi darê zorê hatin sirgûnkirin, li Ewropayê winda bibin. Em careke din soz didin ku em ê ala ku hevalên me yên şehîd radestî me kirin hilgirin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Gerîla” û bi gohdarkirina wesiyeta Nûrî Dêrsimî bi dawî bû.