ŞENGAL- Bi boneya salvegera şehadeta pêrşengên ciwanan Rêheval Bişeng Brûsk, Sara Hogir Riha, Vejîn Jiyan û Tolhildan Qendil li şehîdlîka Şengalê ya Şehîd Berxwedan bîranîn lidarxistin. Bîranîn ji alîyê Yekîtiya Ciwanên Ezîdxanê ve hat amadekirin.
Şehîd Vêjin Jiyan, Şehîd Sara Hogir Riha, Şehîd Bîşeng Birûsk û Şehîd Tolhildan hat bi bîranîn. Bîranîn ji bo hemû şehîdên doza azadiyê bi deqeyekî rêzgirtin despêkir. Piştî rêzgirtinê berdevkên ciwanên Êzidî û Ereb li ser rastî û jiyana şehîdan axaftin kirin. Axaftîn wuha bû:
“Şehîd Vêjîn a ku li Şengalê xebatên şoreşgerî meşand, ji aliyê hemû ciwanan ve bi coş û kesayeta xwe ya germ dihat naskirin. Şehadeta rêhevalên qehreman Şehîd Sara, Şehîd Bîşeng û Şehîd Tolhildan jî rolekê dîrokî lîst û bûne fedayiyê Rêber Apo û hemû gelên bindest. Bi hezkirina xwe ya jiyanê ew heval bûn pêşeng û bûn ronahiyekê ji bo me hemû ciwanên azadîxwaz û bi têkoşîna xwe bûne nemir.”
Bîranîn bi temaşekirina portreyên şehîdan ve berdewam kir û bi sloganên ‘Şehîd Namirin’ ve bidawÎ bû.