NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekî nivîskî çalakiyên ku hatine lidarxistin bi raya giştî re parvekir. Di encama çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin û 2 çete jî birîndar bûn.
Daxûyanî wuha ye:
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Hêzên me li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wî çalakiyên bi bandor û darbeyên giran li dardixin.
Di vê çarçoveyê de;
1- Di roja 26’ê Tîrmehê de li xeta Babê di çalakiya sekvanî de dagirkerek tê kuştin.
2- Di roja 27’ê Tîrmehê de li xeta Ezazê hêzên me çalakiyekî serdegirtinê li ser 2 çeperên dagirkeran lidardixin, çeperên dagirkeran ên liwir bi temamî tên îmhakirin û dagirkerên heyî tên kuştin, di encama vê çalakiya heyî de 6 çete tê kuştin.
3- Di roja roja 28’ê Tîrmehê de li Xeta Mare di çalakiyekî taybet de çeteyek tê kuştin û 2 çete jî birîndar dibe.
Bi giştî di çalakiyên hêzên me de; 8 dagirker tên kuştin û 2 dagirker jî birîndar dibe.
Hêzên Rizgariya Efrînê
30’ê Tîrmeha 2024