DUÎSBURG – Li ser gotina Rêber APO ya “Heta jin azad nebe civak azad nabe” jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê wê di 4’ê Tebaxê de li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê panelek li ser pirsgirêkên îro yên jinan û çareseriyên wan lidarbixin.
Panela bi mijara “Zayendperestiya Civakî” ku wê ji raya giştî re vekirî be, wê bi pêşkêşvaniyê dest pê bike. Piştre jî li ser têkoşîna zayendî, zîhniyeta baviksalarî, pirsgirêk û zehmetiyên ku jin di nava sîstemê de dijîn û pirsgirêkên di navbera jin û mêr de wê nîqaş bên kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya komîteya amadekar wuha ye;
“Di modernîteya kapîtalîst a îro de tê xwestin ku jin di bin siya civakê de bê hiştin. Em weke jinên ciwan çareseriyê di paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber APO de dibînin. Ji ber ku di dîrokê de ti rêberî bi qasî Rêber APO girîngî nedaye jinan. Rêber APO destnîşan kir ku azadiya civakê bêyî misogerkirina azadiya jinê pêk nayê. Em vê nêrînên Rêber APO esas digirin û diyar dikin ku em ê ji bo azadiya jinê têbikoşin.”
Komîteya Amadekar diyar kir ku fikrên Rêber APO ji bo jinên ku di bin siya modernîteya kapîtalîst de ne, ronahiyek e û got, “Ji bo ku têkoşîna zayendî bi rêkûpêk bê meşandin em li Duîsbûrgê panelek gel li dar dixin. Panela me dê bi pêşkêşiyê dest pê bike. Paşê em ê li ser zehmetiyên ku jin bi taybetî jinên ciwan di cîhana îro de dijîn û pirsgirêkên ku rastî wan tên, weke tacîz, tundî û zihniyeta baviksalarî ya ku di nava civakê de derbas dibe, bikin. “Em hemû gelê xwe bi taybetî jinên ciwan vedixwînin panela bi navê “Zayendperestiya Civakî” ku wê ji raya giştî re vekirî be.”