NAVENDA NÛÇEYAN- Li seranserê heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî xebatên zanekirin û perwerdekirina gel û ciwanan didome. Îro jî li Hesekê, bajarên Ereba Dêrazor û Tebqa, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi armanca hilweşandina zîhniyeta paşverû û avakirina zîhniyeta netewa demokratîk xebat hate meşandin.
Di Bakûr û Rojhilatê Sûrî de -ku ji bo hemû gelên bindest re bûye hêvî- taybet elaqayek mezin ji bo qadên Ereba tê nîşandan û gelê Ereb jî vê kêfxweşiya xwe tîne ziman. Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî îro li Hesekê, Dêrazor û Tebqa gel civandin û fikrê Serok APO bi wan dane nasîn.
Xêzeroman ku li ser Jiyana Rêber APO hatiye çekirin, li aliyê jinên ciwanên Hesekê ve hatê xwendin. Jinên Ciwan her heftê cend caran kom dibin û bi hev re pirtûk dixwînin. Li ser vê esasî jiyana Rêber APO ji nêz vê nas dikin.
Yekîtiya Jinên Ciwan a li bajarê Tebqa ji bo danasîna fikrên Rêber APO, tekoşîn û jiyana wê civîn hatin lidarxistin. Civîn hem li gundewarên Tebqa hem jî li navenda bajar hatin çêkirin. Heman demê de Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi dirûşmeya ‘Bi biryar û îradeya xwe ciwanan rêxistin bikin, welat azad bikin û pêşeroja Sûriyê ava bikin’ gerlek dersên zanekirinê ji bo jinên ciwan û ciwanan hate dayîn. Ev ji aliyê Ciwanên Pêşerojê ve hat lidarxistin.
Her dû bername jî bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên doza azadiyê despêkir. Piştî rêzgirtinê nîqaş û nirxandinên kûr pêşketin û firê Serok APO bi eleqeyek mezin ve hate guhdarkirin.