NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragihandin ku duh danê êvarê li Akrê birayek xwişka xwe xeniqand û piştre bi xwe radestî hêzên ewlekariyê bû.
Rêveberiya Polîsên Akrê ragihand ku li taxa Mihetê ya ser bi navçeya Akrê, jinek 38 salî ya bi navê ‘P-G-A’ ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku li gorî lêkolînên hatin kirin derket holê ku birayê jinê yê 35 salî bi navê ‘X-G-E’ xwişka xwe xeniqandiye û piştre xwe radestî polîsan kiriye.
Rêveberiyê herî dawî da zanîn ku li gorî lêkolînên destpêkê buyer ji ber ‘pirsgirêkek civakî’ derketiye û tometbar li gorî madeya 406 a yasaya cezayê ya Iraqê hatiye girtin.
Hêjayî gotinêye ku ji ber nebûna yasayek bandorker û pêkanîner, li Herêma Kurdistan û Iraqê tundî, êriş û qetilkirinên beramberî jinan berdewamin.