BEHDÎNAN- HPG-BÎM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku çalakiyên gerîlayan ên li dijî dagirkeran dewam dikin, li Rojavayê Zapê dagirkerek hatiye cezakirin, li çeperek hatiye xistin û liv û tevgera helîkopteran hatiye mudaxelekirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên dagirker du caran çekên qedexekirî li dijî qadên gerîla bi kar anîne û 18 caran jî bi balafirên şer herêm bombe kirine.
Di daxuyaniyê de der barê çalakiyên gerîlayan û êrîşên artêşa dagirker de ev agahî hatin dayîn:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
— 31’ê Tîrmehê saet 15:30’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî kamerayeke Mobesse bi taktîkeke sûîqestê li dijî dagirkeran hatiye îmhakirin.
— Di 31’ê Tîrmehê saet 17:20’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî dagirker bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
— 31’ê Tîrmehê saet 08:10, 08:30 û 18:55’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê dagirkerên ku bi çekên giran hatine gulebarankirin û çeperek hatiye xistin.
— 31’ê Tîrmehê saet 23:45’an hêzên me li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Baharê mudaxeleyî tevgera helîkopteran kirin.
— 1’ê Tebaxê saet 00:10’an de li herêma Berxwedana Girê FM a dagirker bi çekên giran êrîş li dagirkeran hatiye kirin û çeperek hatiye derbkirin.
— Roja 1’ê Tebaxê saet 06:56’an de li herêma Berxwedana Sergelê, dagirker ji gelek çekan bi çekên navîn ên otomotîk hedef hatin girtin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
— Di 31’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî du caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 30 û 31’ê Tîrmehê de herêmên Sinînê, Ava Lolanê, Şehîd Şerîf ên yekcar; Bi tevahî 18 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.