REQA- Meclisa Ciwan û Werzîşê ya Yekîtiya Jinên Ciwan dewreya dirûtinê vekir ku tê de 12 jinên ciwan dikarin perwerdeyê bibînin. Dewrê li stadyuma şaredariya Reqayê bi beşdariya 12 jinên ciwan dest pê kir.
Di vê projeya ku ji bo zêdekirina îstîhdama jinan a di civak û aboriyê de tê armanckirin, dê perwerdehiya pisporiya dirûtinê, model û terzîtiyê jî bidomîne.