NAVENDA NUÇEYAN- Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya bi boneya salvegera gula ku Rêber APO ji jinan re rêkiriye, li Tebqa, Reqa û Minbicê çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Zenobia ya navçeya Tebqayê bi beşdariya Yekîtiya Jinên Ciwan û tevgerên jinên Tebqayê çalakiyek ku tê de peyama Rêbertiyê ji jinan re hate xwendin, li dar xist.
“Gulek kulîlk dike, jiyan geş dibe. Her wiha dema jin têdikoşe, parastina gulê ji bo xwe, ji bo azadiya xwe û ji bo doza wê ya bingehîn e. Ez nikarim destê te jî bihejînim û silavan li te bikim, ji ber gulayekê ji min re gelek pirsgirêk çêkirin.” Rêber APO