NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanên Şoreşger a Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ê Sûriyê, hejmara xwe ya 26 ya meha Tîrmeh û Tebaxê bi sernivîsa “Bi rihê 19’ê Tîrmehê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” derket. Naveroka kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî tê weşandin bi vî awayî ye;
“Di kovara ku bi kurdî û erebî tê weşandin de, nirxandinên Rêber Apo derbarê ciwantî cih digirin. Piştî perspektîfên Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan jî, bîranînên bi Rêber Apo re hatin kom kirin. Her wiha, portreyê fermandarê ciwanan Şehîd Baran Mawa jî hatiye amade kirin û derbarê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn hevpeyvînekî hat girtin. Di van mehan de çi çêbû di dîroka tevgera azadiyê û gelên herêmê de jî em bi kovara xwe didin nasîn.”
Kovar li ser malpera Ciwanên Şoreşger dikare were xwendin: https://ciwanensoresger.com/2024/08/02/kovara-ciwanen-soresger-a-tirmeh-u-tebaxe-hejmara-26/