BERLÎN- Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Taxa Leopoldplatz a Berlînê posterê Rêber APO li avahiyeke mezin û navendî daliqand.
Ev çalakî ji aliyê ciwanên APO ve ji bo balê bikşînin ser dîlgirtina Rêber APO ya 26 salan û 41 mehên tu agahî jê nayê girtin, hate kirin. Ciwanên ku çalakî li dar xistin diyar kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO li qadan bin û çalakiyên xwe bi mezinkirina qadan bidomînin.