DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger li gundê Hewahîh Diyab (Dêrezor) semînerekî li dar xist. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê şehîdan dest pê kir. Ji ciwan heta mezin derdora 20 kes beşdar bûn û hinek ji bajarê Dêrazorê jî amade bûn. Piştî pêşwaziya tevahî mêvanan hate kirin. Ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve rewşa siyasî ya hundirê welat û derveyî hate nirxandin. Di çarçoveya vê nirxandin de rola ciwanan a di nava Şerê Gel ê Şoreşgerî de hat nirxandin, ango girîngiya rola pêşengtiyê ciwanan. Herî dawî hat diyarkirin ku ev xebat heta ku gelê Dêrezor hîn baştir bi rêxistin bibe wê bidome.