PARÎS – Li banliyoya Villiers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Gerilla TV’yê fîlma “FÎLM a AN Hûne Biçîn An Hûnê Bimrin” temaşe kirin.
Çalakiya sînevîzyonê ya ciwanan di şexsê şehîd Rojhat Zîlan û Şehîd Erdal Şahîn de li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Ciwanan piştî nîşandana sînevîzyonê nirxandin kirin, bertekên xwe yên li hemberî êrîşên dagirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Başûrê Kurdistanê anîn ziman. Ciwanan diyar kirin ku divê gelê Kurd û bi taybet ciwanên Kurd li dijî planên qirkirinê yên dewleta Tirk li qadan bin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê di nava têkoşînê de bin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê û nirxandinan çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.