BERLÎN – Hefteya borî gelek Kurdistanî, enternasyonalîst û ciwanên xwendekar li Berlînê ji bo sînevîzyona piştevaniyê ya ji bo çalakiya protestoyî ya ku xwendekarên Bangladeşê pêşengiya wê dike kişandin li hev civiyan û daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Ciwanan di daxuyaniya çapemeniyê de peyama piştgiriyê dan berxwedana Bangladeşê ya ku pêşengtiya ciwanên xwendekar ve hatiye destpêkirin û dan diyar kirin ku Çi li Berlînê, çi li Kurdistanê û çi jî li Bangladeşê divê ciwanên cîhanê ji ber “Berxwedan jiyan e!” li dijî zordestan li herderî li ber xwe bidin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi gotina “Berxwedan Jiyan e” bi dawî kirin.