HESEKÊ- Li wargeha Waşokanî ya ku koçberên Serêkanîyê lê ne, jinên ciwanên Ereb pirtûka ‘Wê Azadî Bi Serbikeve’ dixwînin. Tê zanîn ku ev pirtûk li ser jiyana Rêber APO ye.
Jinên ciwanên Ereb bi hejmarekî ve vê pirtûkê pir bi xwestek û meraq dixwînin. Ji ber di ferqê de ne ku tekoşîn û jiyana Rêber APO ji bo hemû gelên cîhanê ye, bi taybet jî gelê kevnar yê Rojhilata Navîn: Gelê Ereb. Jinên ciwan jî naha li ser mîrasa vê tekoşîna zindî xwe pêşdixin û li beramberî sîstema ku tu maf û girîngiyek jê re nehîştiye bi fikir û îdeolojiya Rêber APO xwe biçek û rext dikin. Da ku karibin vê sîstema kapîtalîst û di malê de jî feodal, zextkar û bi her awayî zayendperest hilweşînin û sîstema pêşentiya jinê de cîh bigrin.
Jina Ciwan a Ereb di derbarê vê rastiyê de ji ajansa me re axivî:
Navê min Zeyneb e.
Ez ji wargeha Waşokaniyê me. Em gelek jinên ciwan ev sê roje li ser pirtûkên Rêbertî û çawaniya pêşdeçûna tekşîn û jiyana wî û çawa li ser malbata xwe, gelê xwe, civaka xwe, cîhana derdora xwe û hevalên xwe tekoşîn kir, ewqas kes îqna kir, xwe pêş xist, civaka xwe pêş xist. Em van hemûyan bi xwendinê re fêr dibin û li ser nîqaş dikin. Ji pirtûka Rêber APO tecrube derdixînin.
Me di vê pêvajoya xwendinê de dît ku; em wekî jinên ciwan bi xwendina pirtûkên Serokatî û jiyana wî ve xwe pêşbixin û jiyana xwe bêhtir bipîvan bikin. Divê her jinek ciwan pirtûkên li ser Serokatî bixwîne, xwe pêş bixe, civaka xwe pêş bixe. Ji ber Serokatî me ronî dike.”