BEHDÎNAN-
SEMA CÛDÎ NIVÎSAND…
“Dagirkeriya qirker û faşîst ilankiribû kû rastiya Kurdên serhildêr xistiye bin betonê û bin ax kiriye. Wusa dizanî ku doza kurdên azadîxwaz ji holê rakiriye, bawer kiribû ku ev kabûs ji rojev û xewnên wî yên metirsîdar derketiye, ji bo vê rastiyê teqez bike jî siyaseta qirkirinê wekî siyaseteke rojane û mayinde ser netewa Kûrd da meşandin. Di dibistanan de qedexe, di jiyana nav bazaran de axaftin qedexe, ji ziman re qedexe, ji çand û hûnera Kurdan re qedexe, ji navên Kûrdî re qedexe, qedexe û her qedexe. Hêdî wusa lê hatibû ku ji bo Kurdekî, di xewna xwe jî qedexe bû ku bêje ez Kûrdim, zimaneke min jî heye, ez bi civak û çand û dîrok im. Mixabin ev siyaseta qirkirên faşîst ya ku li Bakûrê kûrdistanê dihate meşandin, wekî wê li her sê parçên din yên Kûrdistanê jî dihate meşandin, siyaseta inkar û asimlasiyonê peymana Lozanê de ser doza Kûrdan hatibû mûhirkirin, her çiqas 28 serhildanên Kûrdan rabûn jî lê nekarîn rastiya vê siyasetê bigûhere.
Em dîsa vedigerin li Bakûrê Kûrdîstanê, li parçeya ku qedera doza Kurda diyar dike, hem di qirkirinê de, hem de di azadkirinê de. Rabûn û hişyarbûna xewnên azadiyê ji dijmin re bibu wekî kabûseke kûjer û mejiyên wan diququland. Her weha siyasetên qirkirinê û asimîlasiyonê jî li ser Kûrdan bibû weke kabûsekî jiyana wan jehrî dikir. Lê Rêber APO Rastiya ku dagirkeriya faşîsta Tirk jê di tirsiya di 1973 an de wexta ku got ‘Kûrdistan Bindest e’ dest pêkir, gelê Kûrd jî bi ciwanên xwe yên leheng mina Mazlûm Doxan, Xeyrî Durmuş, Sakîna Cansiz û bi ciwanên Tirk yên ji çanda çepgiriyê dihatin mina rê heval Heqî Karer, Kemal Pir yên bi rastiya azadiya gelê Tirk bi azadiya gelê Kurd re derbas dibe bawer kirin li dora xwe civand, wekî wan bi 10’an ciwanên Kurd û Tirk di wê dirokê de tevlî tevgera Azadiyê bûn. Dijminê qirker bi rastiya tevgereke Marksist, Lenînîst, azadîxwaz, demokrat, hemdem ku azadiya jin jî esas digre re, rû bi rû hat û pêvajoyeke bi tevger destpê kir. Di civaka me da hinekan ji dil û can bawerkirin, hinekan jî bawer nekirin, hinekan jî bi dûvê dijmin girtin û dijî doza azadiya gelê xwe sekinîn û xeta ixanetê ji xwe re hilbijartin.
Dîrok 1978 avakirina Partiya Karkerên Kûrdistan(PKK). Piştî şehadeta rêheval Haqî Karer ya ku bi destê ixanetkarên Kûrd yên Stêrka Sor ve hate eşkere kirin. Kabûsa tirsê di dilê dagirkeriyê de bi vejniqandineke gûr ew hejandin, baweriyên wî ber bi hilweşînê ve bi dîrokeke nû ve diçu. Bi vê tirsê dêwê (cenawir)) xwîn xwar û xedar di bedena faşîzma qirker de rabû isyanê, bi hovîtî siyaseta girtin û işkence vê carê bi darbeyeke leşkerî ser hemû Tirkiye û Kûrdistanê de despêkir. Bi sedan milîtanên partiya me, Kurd, Tirk û bi wan re bi hezaran sempatizanê tevgera me û yên çepên Tirkan û gelek tevgerên siyasî jî hatin girtin û di işkenceyên pir giran re derbasûn. Gelek bi teslîmiyetê re hatin mecbur kirin, gelekan jî serî hildan, bê guman yên ku serî hildan û riya bi şeref hilbijartin, milîtanên tevgera APO’yî bûn. Rê heval Mazlûm Doxan, Xeyrî Durmuş, Kemal Pir, Alî Çîçek, Sakîne Cansiz, Ferhat Kurtay, Mehmûd Zengîn, Necmî Öner û bi dehan milîtanên nemir rastiya PKK weke agirekî bedena faşîzmê şewitandin û serî ne tewandin û bi gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ ve zindanên faşîzmê kirin cihê vejîna tevgera Kurdistanê û dijmin mecbûrê çong şikandinê kirin. Bi agirê bedena xwe, bi hilbijartina mirina bi şeref, bi sekna ku ji işkencekaran re serî ne tewandin rastiya tevgera berxwedêr dan ferzkirin.
Bi pêşengtiya rêheval Sakîne Cansiz ku endama damezrînera PKK bû û ji işkencekarê Faşîst Esed Oktay re serî netewand, bû pêşengek û sembola jina Kûrd a PKK lî ya ku di serkeftinê de bi israr e û bi hevalên din yên jin re berxwedana zindana Amedê derxistin asta herî jor û bi vê re rastiya PKK ya nûjen, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz biriqandin û gihandin her derî û berxwedan ji her alî ve temamkirin, li herderî deng veda rastiya Kûrdê azad, Tirkê azad, Jina azad, Civaka azad li her dera Kurdistanê, Tirkiye, hemû diniyayê belav kirin û bûn pêşengê tekoşîneke kû paşeroja xwe ya azad teqez kirin. Li ser şopa wan bi hezaran ciwan û jinên welatparêz yên ku berê ne dikarîn ji sînorên malbatî de, kevneşopiyên civakî derkevin û dûr biçin, dan ser şopa wan, bûn militan, şervanên azadiya gelan.
Li aliye din jî Rêber APO ji bo erkên hevaltiya rast û xwedî derketina ji tekoşîna rêhevalên Şehîd û rastiya Berxwedana zindana derkeve, ji bo hebûna tekoşînê misoger bike, mezin bike, berdewam bike bê navber, bi kedek û tekoşîneke mezin li welatê Libnanê, qampa Beka bi israrek mezin ya ku serkeftin hertim esas girt û bi hejmarek hevalên xwe re xebitî. Cih peyda kir, dest bi perwerdeya milîtanên PKK kir û amadekariya vegera welat kirin. Amadekariya ku dest bi pêngaveke gelek mezin kir, pêngava ku wê dijmin ji binî de bi hejîne, ixanetkaran bi tirsîne, gelê Kurd bi bawerî bike, dest pêkir. Ew jî pêngava 15 Tebaxê di pêşengtiya rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) tekoşîna leşkeri bu pêngava ku wê bibe bersiva hemû pirsan, hemû baweriyan, bibe ilhama hezkiriyên azadiyê…”
*Wê berdewam bike…