NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku şervanê wan Demhat Ereb di 2’yê Tebaxê de di encama qezayekê de gihiştiye şehadetê. Fermandariya YBŞ’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku rê hevalê wan Demhat wek ciwanekî Ereb hewldanek xwe ya mezin ji bo pêkanîna netewa demokratîk û di heremê de rewşa aram pêk were hebû.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got; “Ji roja tevlîbuyî heya roja şehadetê çi erk û berpirsiyartî bikeve ser milê wî, bêyî ku teredut jiyan bike erkên xwe bi serkeftî bi cih anî. Şehadeta hevrê Demhat ji bo me û gelê me xemginiyek mezine.
Em ji malbata rêheval Demhat re sersaxî dixwazin û dibêjin soza ku me daye şehîdên xwe em careke din dubare dikin. Doz û rêya ku wan ji me re hiştî emê li ser wê şopê bimeşin, ji bo xeyalên hevreyên xwe yê şehîd a Şengalek xweser û azad têkoşîna xwe xurt bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Demhat Ereb
Nav û Paşnav: Elî Xidir Zahêr Ebdila
Navê Dayîk û Bav: Şemsê Elî Ebdila / Xidir Zahêr Ebdila
Cih û dîroka şehadetê: Behrewa 02.08.2024