BEHDÎNAN- Rojnameger Kurtay Serhat rewşa dawî ya ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ji Medya Haberê re vegot.
Li gorî agahiyên Kurtay Serhed dane, gerîlayê azadiyê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyeke serkeftî li dar xist. Wî diyar kir ku çalakî li navenda bajêr pêk hatiye û di vê çalakiyê de 3 polîs mirine û 2 polîs jî birîndar bûne.
Tê payîn ku HPG’ê têkildarî vê çalakiya serketî daxuyaniyekê bide.