ŞEHBA- Îro bi sedan ciwan û jinên ciwanên li navçeya Ehdas ya girêdayê herema Şehba çalakiyek lidarxist.
Meşa ku ji bo sîlav kirina berxwedana û serkeftina gerîla hat li darxistin de xeta ixaneta PDK û mala Barzanî jî hat protestokirin.
Li ser vê esasî di bin peşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de bi sedan ciwanan hatin cem hev û bi coşek û moralek pir mezin, bi sloganên “Bijî Berxwedana gerîla”, “Gerîla dimeşe erd û azman diheje”, “Gerîla” û “Bimre Ixanet” di nav kolanan de meşiyan.
Di meşa ku wêneyên şehîdan, alên PKK, TCŞ û YJC’ê hatin hildan, coş û tevlîbûna zarokan jî bal kişand.
Bi coş û morala ciwanan ve gelê welatparez û berxweder ya Efrînê jî ketin hareketê û tevlî meşê bûn. Gel bi bi tilili û bi tevlibuna xwe ve piştgirî da meşa ciwanan.
Piştî meş qediya ji aliyê berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Fehmî axaftin kir.
Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana destanî ya gerîla ya li dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker û got, Divê ciwanên welatparêz, şoreşger teqez piştgiriyê bidin vê berxwedanê û li her derê ku lê bin, têkoşîna xwe berfireh bikin û bi vî rengî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin.”
Çalakî bi slogan û govenda gerîla bi dawî bû.