NAVENDA NÛÇEYAN- Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên meha Tîrmehê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek kargeh, xanî, baxçe û wesayîtên çandiniyê ji aliyê endamên însiyatîfê ve hatine şewitandin.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê her kesê welatparêz be bê hincet tola xwe ji dijmin hilîne û got, “Erka sereke ya welatparêziyê ew e ku çi ji destê wî tê, çi biçûk û çi mezin be, bike.” û bi hişyarkirina dijminan gel li derdora xwe seferber bikin.”
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Faşîzma Tirk a ku nikare tehemûlî welat, ziman, hebûn, reng, nav, stran û awazên me jî bike, di warê siyasî, civakî, hunerî, çandî û aborî de me Kurdan dike hedef, li hember vê yekê yê însiyatîf nagre û çalakiyan nake û li benda kesên din e ew teslîmbûye û xiyanetkar e!
Em ê li hemberî hewldanên qedexekirina hebûna me, qutkirina cewhera me, bêkok û bêwelat hîştin emê bi rê û rêbazên curbecur, ji sade heta kompleks, ji biçûk heta mezin bişewitînin, li welatparêziya xwe îxanetê nekin. Hemû qadên we yên jiyana civakî û aborî bi heman agirê ku we Kurd pê şewitand de bişewitînin!
Weke Înîsiyatîfa Zarokên Agir, bi vala derxistina hemû cerdevan, polîs û kamerayên dijmin bi rêbazên hêsan û bi bandor, me nîşan da ku bi agirê Tolhildanê yê ku me pêxistî tevî hemû polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, ti astengî li pêşiya tolhildanê nîne.
HER KESÊ KU BIXWAZE TOLÊ BIGRE DİKARE RÊ BİBÎNE!
Her kurdekî rast û birûmet ku ji xwe re dibêje welatparêz; Divê bê hincet tola dijmin hilîne. Erka sereke ya welatparêziyê ew e ku mirov çi ji destê wî tê, çi biçûk û çi mezin be, bike û bi hişyarkirina li hemberî dijmin, mirovan li dora xwe seferber bike.
Bîlançoya Tîrmehê 2024
Hûrgulî;
Di meha Tîrmehê de li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê bi sedan tabelayên rê hatin nivîsandin.
Di 07.07.2024’an de li Taxa Murtuna ya navçeya Aksu ya Antalyayê 8 sera, 2 xaniyên prefabrîk, baxçe û amûrên çandiniyê hatin şewitandin.
Di 12.07.2024’an de li navçeya Aydinê kargeheke kaxezê hat şewitandin.
Di 13.07.2024’an de li Umraniyeya Stenbolê gazebeyek li baxçeyê giştî hat şewitandin.
Li Bursa’yê di 13.07.2024an de 1 otobusa rêwiyan şewitî
Di 16.07.2024’an de li herêma pîşesazî ya Astim a organîze ya Aydinê tesîseke vezîvirandinê hat şewitandin.
Di 20.07.2024’an de li Aydin Încîrliovayê tesîseke hişkkirina 2 qatî hat şewitandin.
Di 21.07.2024’an de li herêma Pîşesazî ya Organîze ya Kutahyayê 1 kargeheke plastîkê hat şewitandin.