HESEKÊ- Meclîsên Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 2’yemîn kongreya xwe li Salona Çandê ya Serdem a Hesekê lidar xist.
Kongreya ku bi beşdariya nêzî 500 delegeyî saet derdora 10.00’an de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir, bi axaftina vekirinê ya Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah berdewam kir.
Ebdullah di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê Meclîsa Ciwanên PYD`ê xwe bigihîne hemû jinên ciwan û ciwanan û wan bi rêxistin bike. Ebdullah herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku divê endamên meclisê hem karê ciwanan hem jî karê partiya xwe pêş bixin û bihêz bikin.
Piştî axaftina Asya Ebdullah li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Aya Ehmed axaftinek kir û konferansa ciwanên PYD’ê pîroz kir.
Piştre li ser navê Tevgera Ciwanan Zana Mistefa derket ser dikê û konferans silav kir. Mistefa di axaftina xwe de diyar kir ku Rêber APO rolek û mîsyoneke pêşeng daye ciwanan û bal kişand ser girîngiya hembêzkirina vê rolê.
Mustafa destnîşan kir ku Rêber APO nûnerê herî mezin ê nasnameya ciwanan e û got “Rêber APO got divê ciwan xwe birêxistin bikin. Rêxistin li cem Rêber APO pîroz e.”
Mistefa diyar kir ku divê ciwan xwe li ser şêwaz, tempo û dengê Rêber APO esas bigirin û got, “Tiştên ku ji me tên xwestin ev in. Li ser vê bingehê divê em di fikir û felsefeya Rêber APO de kûr bibin.”
Zana da zanîn ku divê ciwan bibin rêhevalên herî mezin ên Rêber APO û gerîlayên li çiya bi fedekarî li berxwe didin û wiha got: “Ji bo em bibin rêhevalên herî baş ên Rêber APO divê em di fikir û felsefeya wî de kûr bibin.”
Zana Mistefa diyar kir ku li her cihê ku ciwan û jina ciwan hebe divê werin azad kirin û wiha got: “Sedsala ku em tê de dijîn dê çarenûsa gelê me diyar bike, pêwîste em li gorî wê rola xwe bigrin, di warê fîzîkî û fikrî de xebat bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin şoreşa xwe biparêzin.”
Mistefa diyar kir ku ew weke tevgera ciwanan ji xwe, Rêber APO û gerîlayên xwe bawer dikin û got, “Eger em di îdeolojiya Rêber APO de kûr bibin, em dikarin azadiya Rêber APO pêk bînin.”
Di konferansê de bal hat kişandin ser yekîtî û tifaqa Kurdan, berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê jî hate silavkirin.
Konferans piştî navbereke kurt bi xwendina raporên xebatên du salan berdewam kir.
Piştre Perspektîfa Rêbertiyê bi dîmen hat temaşekirin.
He rwiha peyamên silavkirina Meclîsên Ciwanên PYD’ê yên Libnan û Ewropayê hatin şopandin.
Konferans bi sekna me ya ciwanan a di ser xeta Rêber APO, Nirxandina Pêvajoya Siyasî û Leşkerî û Nirxandina Rewşa Rêxistinî û Îdeolojîk berdewam dike.