BEHDÎNAN- Hatibû ragihandin ku gerîlayên azadiyê herî dawî li navenda bajarê Geverê li dijî dewleta Tirk çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 3 polîs hatine cezakirin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de detayên çalakiya serketî ya Geverê û çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê parve kir. Hate ragihandin ku 3 polîs hatine cezakirin û 4 polîs jî birîndar bûne.
Daxûyanî wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Geverê;
Di 29’ê Tîrmehê de li Taxa Cûmhûriyetê ya navenda navçeya Geverê wesayîteke polîsan hedef hat girtin. Di vê çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn û wesayîtek jî qelibî.
Di 1’ê Tebaxê de li navenda navçeya Geverê li Taxa Ormanê wesayîteke polîsan hedef hat girtin. Di vê çalakiyê de 3 polîs hatin cezakirin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Di 2’ê Tebaxê de li herêma Gundê Sêgûza 1 kameraya dagirkeran hatibû rûxandin.
2. Herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zap’ê ;
7’ê Tebaxê saet 09:00’an de li dijî dagirkerên ku xwestin li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi pêş ve biçin, bi çekên giran mudaxele hat kirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
7’ê Tebaxê saet 13:40’an de li dijî dagirkerên ku xwestin li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi pêş ve bikevin, bi çekên giran mudaxele hat kirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
8’ê Tebaxê saet 05:30’î li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi taktîkeke sûîqestê 1 drone ya dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
Roja 7’ê Tebaxê saet di 06:30 û 21:17’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirker bi çekên giran hatin gulebarankirin.
7’ê Tebaxê saet 13:30 û 15:20’an de li herêma Berxwedana Girê Bahar a dagirker bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin.
8’ê Tebaxê saet 01:15’an hêzên me mudaxele li helîkoptera ku dixwest li qada ku yekîneyeke dagirker a li herêma Berxwedana Girê Bahar daxe, hate astengkirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
Di 7’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM 3 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
Di 7’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 7’ê Tebaxê de li herêmên Şehîd Şerîf û Lolan ên ; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 17 caran hatiye bombekirin.
Di 7’ê Tebaxê de jî qada Berxwedana Serê Metîna ya herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.
8 Tebax 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê”