BERLÎN – Tûra ciwanan a ji aliyê TCŞ’ê ve li bajarê Berlîn ê Elmanyayê tê organîzekirin, îro bi tevlîbûna ciwanên ji bajarên cuda yên Elmanyayê dest pê kir.
Di qonaxa yekem a gerê de ciwanan serdana Dîwarê Berlînê kirin û behsa serdema şerê sar û pêvajoya avakirina dîwarê Berlînê kirin.
Ciwanên ku piştî Dîwarê Berlînê serdana Muzeya Terorê kirin, lêkolîn kirin ku faşîzm di serdema destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li Elmanyayê çawa belav bûye.
Piştî Muzeya Terorê em çûn Kampa Komkirinê ya Sachsenhausen. Li vir jî ciwanan sûcên şer ên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Hikûmeta Naziyan ve hatin kirin, dîtin.
Ciwan dê bernameya roja ewil a gerê bi panela Dîroka Faşîzm û Şerê Taybet temam bikin.