NAVENDA NÛÇEYAN- Weke ku tê zanîn îro Meclîsa Ciwanan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk kongreya xwe ya 2’êmîn, bi drûşmeya “Bi Parastin û Rêxistinkirina Ciwanan, Emê Destkeftiyên Şoreşê Biparêzin, Civaka Demokratîk Mîsoger Bikin” û bi beşdarbûna 500 delegeyan ve lidarxist.
Berdevkê Jinên Ciwanên PYD yê Bakûr Rojhilatê Sûrî; Sendî Reşît ku di heman demê de komiteya amadekar ya kongreyê de cîhê xwe digirt, di derbarê amadekarî, naverok û armanca kongreyê de ji ajansa me re nirxandinên berfireh kir. Sendî despêka axaftina xwe de anî ziman ku; ji bo kongreyê gelek amadekarî (wekî civîn û nîqaşên di derbarê kongreyê de) hatiye kirin.
Di heman demê de Sendî, pirsê ku ev kongre ji xwe dike wuha rêz kir: “Me wekî ciwanên PYD çiqas xwe di nava civakê de rêxistin kiriye, me çiqasî fikir û felsefeya Rêber APO gihandiye ciwanan, me wekî ciwan xwe çiqas siyasete de kûr kiriye û siyasetekî polîtîk û exlaqî di nava civakê de belav kiriye, û hwd..” Kongre çarçewaya van pirsana de berdewam kiriye.
Disa got ku dijmin dixwaze siyasetekî qirêj di nava civakê, bitaybet jî li ser jinê bimeşîne. Ji ber vê yekê xebatê me yê herî girîng jî xebatên jin e. Em di wê îdayê de ne ku emê gava ku me bi saya Rêber APO avêtiye mezintir bikin û belavê her derê bikin.
Sendî mijara madeyên hişbîr, fuhûş û hewildanên dijmin yên dûrxistina ciwanan ji Rêbertî jî bersivekî wuha da: “em wekî ciwan dibêjin ku emê tekoşîna xwe tu carî nesekinînin û emê hewildanên dijmin yên ji bandorkirina ciwanan bişkînin û fikre Serok APO serwer bikin.”