NAVENDA NÛÇEYAN-
RÛSTEM CÛDÎ:
Dogmatîzm metoda raman ya li ser esasê ragihandinê ye, ne li ser esasê lêkolîn û aqil e. Yanî li ser esasê tenê tu radigihînî. Kalikê te ji bavê te re wiha dibêje, bavê te ji te re wiha dibêje. Bi vî rengî berdewam dike. Tê de lêkolîn, lêgerîn, lêpirsîna aqil tune, yanî di ezmûna aqil re derbas nabe. Her wiha tiştên ku esas tê qebûlkirin, jiberkirin e, qebûlkirin û ragihandin esas e.
Em ê li ser dogmatîzmê rawestin. Dogmatîzm ew nêzîkatiya ku ji nîqaşan re girtî, ji lêpirsînê û rexneyan re girtî ne, ye. Yanî weke heye tu neçarî qebûl dikî. Li gorxwebûn e, mirov li gorî tiştên heyî qebûl dike. Dogmatîzm metoda raman ya li ser esasê ragihandinê ye, ne li ser esasê lêkolîn û aqil e. Yanî li ser esasê tenê tu radigihînî. Kalikê te ji bavê te re wiha dibêje, bavê te ji te re wiha dibêje. Bi vî rengî berdewam dike. Tê de lêkolîn, lêgerîn, lêpirsîna aqil tune, yanî di ezmûna aqil re derbas nabe. Her wiha tiştên ku esas tê qebûlkirin, jiberkirin e, qebûlkirin û ragihandin esas e. Ji bo vê dogmatîzm, rê li pêşiya guhertinê digire.
Niha di Rojhilata Navîn de dogmatîzm pirsgirêkeke cidî ye. Dogmatîzm tenê di Rojhilata Navîn de heye, na li her derê heye. Em jî heta astekî dikarin dogmatîk bin. Ji ber çi? Heta astekî dogmatîzm dibe ku pêwîst be jî. Di kîjan çarçoveyê de pêwîst e. Mînak; ez îro îdiayekî dikim, lêkolînê dikim. Rewşa heyî êdî aramiyê nade. Rewşa heyî êdî nema tê qebûlkirin. Li dijî rewşa heyî ez hewldanekî dikim. Ji bo derbaskirinê hewldanekî ramanî û yekî piratîkî dikim. Ez dibêjim, ev hewldan rast e. Ji bo vê ez argomanan peyda dikim. Da ku ez ên derdora xwe îqna bikim. Jixwe ev heta astekî dogmatîzm e. Lê divê her demê rê û rêbazê xebatê derfetekê bihêle, ku em karibin metodên xwe di ber çavan re derbas bikin. Zanistiya xwe di ber çavan re derbaz bikin. Her demê agahiyên xwe bi rewşa heyî re bînin hemberî hev, wan bi hevdu re bipîvin, ka gelo rast e, yan ne rast e.
Divê em wê derfetê bidin. Dogmatîzm ewqasî zêde dibe û nahêle ku em wê derfetê bidinê. Muhafezekar dibe, li gorî xwe dibe, tiştê heyî ji nedîtî ve nêzîk dibe, weke çawa ku tunebe nêzîk dibe û li ser ya xwe îsrar dike. Jixwe di roja me ya îro de zanista pozîtîv jî di Rojava de dogmatîzm e. Ew jî tiştekî xerab e, lê li Rojhilata Navîn pir xerab û bandora wê ya mezin li ser tevgera civakê çêdibe. Nahêle civak tevbigere û pêş bikeve. Weke ku bi zorê dixwaze di cih de bide rawestandin. Ev ji çi tê? Balkêş e, dibe ku aliyê me yê erênî jî hebe, lê ger em karibin di asta mêjî de volkanekê çêbikin, hîna wê zêdetir orjînal be. Ev weke aliyê wê yê erênî ye, lê di roja me ya îro de aliyê wan ramanên Rojava yên nerênî temsîl dike. Çi ne, ew tiştên nerêniyê temsîl dikin? Rojhilata Navîn cih û warê destpêkirina gelek tiştan û çêbûna wan e. Di vir de raman bi cih bûn, desthilatdarî li vir derketiye holê, dewletbûyîn di vir de çêbûye, mîtolojî, ol(dîn) hwd, yanî xebatên ramanî û piratîkî li vir xwe nîşan dane.
Di esas de ku em bala xwe bidinê, di cîhanê de jî tiştekî wiha zêde cuda di aliyê cewher de mirov nikare bibîne. Huqûq, bîrkarî, dewlet, avahiyên dewletê, sazî, desthilatî, heta Zanistên xwezayî, hemû ji vir derketine. Niha ev derketin tiştê wiha biçûk nînin.
Em bala xwe bidinê, mirovên Kurd rojekî ji rojan hay ji ramana aza diyê, serxwebûnê tunebû. Agno zanistiyek me ji nişka ve tûnebû. Mînak; dema em bînin bîra xwe, hevalek di destpêkê de dema ku manîfestoyê, pirtûka “Rêka Şoreşa Kurdistanê,” dixwîne, weke her tiştekî ji nû ve di wir de bibîne, hîs dike. Weke çawa xelekên xwe yên wendayî bibîne. Di Cihana wan a giyanî de, jê re aramî peyda dibe. Weke ku ji kelecanê canê mirov gurîzek bigire, bi vî rengî mirov bi heyecanekî dihese. Ji ber ku her tişt di wir de nû ye û tu nû dibînî. Wê demê ew tişt ji bo te dibin tiştên pîroz. Tu naxwazî derbaz bikî. Ji ber ku tu heqîqetê di wir de dibînî. Ji lew re em bala xwe bidinê, mirovê weke ku ji rewşeke pîrîmatî hatibe, weke ku ji rewşeke lawirî derketibe û vê carê derbarê rêxistinkirina jiyana xwe de bigihêje agahiyê. Bigihêje ol, exlaq, urf û edet, zanistî, bigihêje van tiştan. Ev hemû tiştên pir mezin û balkêş in. Ji bo vê bi rengekî piroz qebûl dike. Dibe parçeyek jê, ji lew re naxwaze dev jê berde û nikare dev jê ber de. Di Rojhilata Navîn de çavkaniya dogmatîzmê ev e, ji ber ku ev mijarên destpêkê ne.
Em bala xwe bidinê, li cihekî din dogmatîzm bi vî rengî serwer nabe. Ji ber ku weke versyonan e. Rê û derfetên manevran e ku karibe li gorî xwe, li gorî berjewendiyên xwe teşe bike, tê de heye. Mînak; mîtolojî di Rojhilata Navîn de jî heye, di Girêk û Roma de jî heye. Lê mîtolojiya Girêk û Roma mîtolojiyeke hîna zêdetir mirovî ye. Yanî hîna zêdetir hêza mirov tê de heye, mirov hîna zêdetir dikare li gorî mercên jiyana xwe teşe bidiyê. Heta carna red bike û qebûl jî neke. Li dijî îrada wê derbikeve. Ev hemû li gorî berjewendiyên xwe pêk tîne. Lê di Rojhilata Navîn de wiha nîne. Di Rojhilata Navîn de mîtolojî, heqîqet bi xwe ye. Çavkaniya heqîqetê ye. Yanî ji bo her tiştekî her tevgerekê sedemên jiyanê ji bo xwe peyda bike, îfada xwe di mîtolojiyê de dibîne. Ji bo vê mîtolojî Zanista destpêkê ye, yanî Zanista yekemîn e.
Mînak, di dema ku weke roja me ya îro bîrkarî, fîzîk, kîmya pêş neketibû. Mirov ancax serê jiyanê mirin û çêbûnê, heta gav bi gav îfadekirina nakokiyên di navbera çînan de, derketina otorîteyan, dewletbûyîna van otorîteyan ancax dikarîbû di mîtolojiyê de xwe îfade bike. Ango bi mîtolojiyê îfade bike. Yanî dema ku metodên Zanistî hîna pêş neketibûn, mîtolojî her tişt îfade dikir. Ji bo vê weke ku çawa di roja me ya îro de dema ku em bixwazin rastiyekê bînin ziman, divê em keşfeke biyolojîk, fîzîk, kîmya rengereg zanistan ji bo xwe bikin referans. Wê demê divê di mîtolojiyê de îfada xwe bidîtana. Diviya bû sedemên rastiya xwe di mîtolojiyê de bidîta. Yan jî ne rastî bû, ne heqîqet bû, kes nikarîbû wêrekiyê jî bike, da ku îfade bike. Ji bo vê dogmatîzm di Rojhilata Navîn de zêde kûr e. Heta, di dema kevin de di Rojhilata Navîn de dogmatîzm nayê guhertin, tê îmhakirin.
Mînak, di Babilê de reform çênabe, di Asûrê de reform çênabe,di Akadê de reform çênabe. Yan heye, mutleq heye, yan jî bi temamî hildiweşe. Derfetên nîqaşê tê de tuneye. Lêpirsîn, lêkolîn, lêgerîn, rexnekirin, nirxandin tê de tuneye. Her tişt tê de mutlaq e. Ji ber çi? Ji ber ku wan metodan perspektîfa jiyanê dane mirovan. Jiyana mirovan hîna zêdetir kirine sazûmaniyê, hîna zêdetir derfetên mayînê jê re peyda kirine. Xwarin-vexwarin, parastin jê re peyda kirine. Ji lew re vê ji bo xwe weke mizgîniyekê dibîne. Weke parçeyek ji jiyana xwe dibîne. Bi wê rastiyê re dibe yek, dibe tiştekî mutlaq. Em bala xwe bidinê di roja me ya îro de, gelek hewldan çêbûn, çep, miliyetgerî hwd, da ku li şûna dîn cihê xwe bigirin, heman heman nikarîn cihê dîn bigirin. Ev ji ku tê? Binêrin, hinek tiştan divê mirov di zemînê wan yên madî de bigire dest û mînakê wan di roja me ya îro de jî mirov dikare destek bibe. Em ferz bikin ku mirovek li gundekî be, ew gund felsefeyeke wî ya jiyanê hebe, wiha radibe, wiha rûdinê, xeber dide, dixebite, wiha nêzîkî dê û bavê xwe dibe, nêzîkî ciranê xwe jî dibe û derdorên xwe jî dibe. Teşeyeke wiha digire û di gund de xwe wiha pêk tîne. Ev mirov piştî demekê çû Ewrûpa, yan jî çû bajaran û ji wî zemînî dûr ket. Piştî demekê dema tu wî mirovî dibînî, tu dibêjî ev mirov hatiye guhertin, lê yên li gund mayî hîna weke xwe ne.
Sedemên vê çi ne? Ji ber ku niha gelek pirsgirêk hene di vê xalê de, em dibêjin destpêk her dem di Rojhilata Navîn de çêbûne, di mezobotamiya jêrîn de, li derdora çemê Nîlê çêbûne. Heta beriya wê di Hilala Zêrîn de, Zagros û Torosa qada ku şoreşa Neolotîk tê de çêbûye, bi vî rengî weke cihûk-cihûkên avê xwe ber bi çemên mezin dane û li Mezebotamiya jêrîn bûye şaristanî. Bi wî rengî li cîhanê belav bûye. Heger mirov bêje temam û her tişt destpêka wê ji Rojhilata Navîn dest pê dike, wê demê çima vê herêmê însiyatîf wenda kir? Heger Yunan ji me fêr bûn, çima em ji wan pêştetir nebûn? Sedem ev e, niha tiştek di zemînê xwe de mehkumê hinek nirxan e, dibêjin nirxdarazî, mehkumê wê teşegirtinê ne. Ji wê nikarin derbikevin, ne serbest in. Ji bo vê mirovekî/ê li rojhilatê mezin bûyî, texlîd dike, ji ber dike, sîstema heyî nifş bi nifş xwe diparêzin, li ser esasê wê perwerdeyan dibînin, di malbatê de, di dewletê de, bi vî rengî xwe timî dubare dikin. Lê dema mirovek ji zemînê Rojhilata Navîn derdikeve û diçe cihekî din, yan jî ji derve de lê temaşe dike, wê demê ew mirov çi dibîne? Li wir gelek berhemên baş dibîne avahî, astronomî, bijîşkî, endeziyarî, bîrkarî. Ev tiştên ku em dibêjin hemû yên baş in. Lê her timî xwe dubare kirin heye. Ji ber çi xwe dubare dike? Ji ber çandeke wî/ê ya civakî jî heye, wan mehkumê dubarekirinê dike.
Wiha çêbûye, wiha ji ber kiriye, wiha jî berdewam dike. Heger wiha neke nikare bijî, ew urf û edet wî/ê diavêje. Mehkumê mirinê dike. Ji ber vê yê/a ku ji der ve binêre çi dike? Tiştê baş ji bo xwe digire, lê ne mehkumê teqlîdkirina wê şêwaza jiyanê ye. Ne mehkumê teqlîdkirina wan liv û tevgeran e. Ne mehkumê heman kopyayê ye. Lê dikare wan tiştên baş ên girtî, li gorî mercên xwe pêk bîne. Eşkere ye ku zanyarên mezin yên ku rê li pêşiya bilindbûna Rojava, rê li pêşiya derbaskirina şeristaniya Rojava vekirin, yên weke Tales, Pîtagors in. Ev kesana li Babil, Misirê fêrî astronomiyê, endezyariyê, bîrkariyê û gelek tiştên din jî bûn. Lê belê wan weke mirovekê/a Rojhilata Navîn kopya nekirin. Li gorî şert û mercên welatê xwe asîmîle kirin, tiştên ji wan re bi sûd bûn pêk anîn. Ev serbestbûn dihêle ku tiştek ji eslê xwe zêdetir pêş bikeve.
Yanî esil çiqas e, koka wê çiqasî rojhilatî be jî, lê di Rojava de hîna zêdetir pêkhatin çêbûye. Ferq çiqasî di navbera Îngiltere û Amêrîkayê de jî hebe, cewazbûneke zihnî ye. Em bala xwe bidinê Amêrîka mêtingeha Îngîltereyê bû, Amêrîka ji aliyê Ewrûpiyan ve hate dîtin. Ew çûn di wir de bi cih bûn, hikum kirin, ji bo xwe kirin mêtingeh, lê em bala xwe bidinê di roja me ya îro de Amêrîka tenê bi dewlemendiya xwe ya madî, siyasî, hêza xwe ya raman ji hemû cîhanê bihêztir e. Ji Îngîltereyê û Fransayê jî bihêztir e. Sedem çi ye? Sedem zihnî ye. Ji ber çi? Ji ber ku mirovê Emerîkî ji Ewrûpayê çû wir, bi cih bû, metodên jiyanê yên ku bi nirxdaraziya Ewrûpiyan nehatibûn çêkirin û bi felsefeyeke din hatibûn çêkirin, ji bo xwe esas girtin.
Bi nêzîkbûnên nû yê Engilo protestanî li ser esasê pragmatîzmekî zêdetirîn, li ser esasê sûda wî di ku de ye, li ser bingehê sûda wî tenê çawa dikare bijî, çawa dikare serbest be, pêkanî. Ji ber vê ev desthilatdariya mezin bi dest xwe xist. Yekî bêje mêtingeha Îngilîzan bû, çawa ji Îngilîzan mestir bû, zanatir bû, dewlemendtir bû. Ev hemû ji ber vê yekê ye. Ji ber ku mirovê Emrîkî dema ji Îngiltereyê derketin, ne tenê weke fîzîkî derketin. Bi rengê giyanî jî ji Ewrûpa derketin. Ew nirxê ku li Ewrûpa, ew qeyd kirin, ew nirx ji bo xwe esas negirtin. Jiyana xwe li gorî berjewendiyên xwe eyar kirin. Lê em bala xwe bidinê, Kanada jî wê çaxê hate dîtin, Meksîka jî wê demê hate dîtin, Arjantîn jî, Berazîliya, Şîlî jî, ev hemû bi hev re hatin dîtin. Lê çima ew li paş in, çima welatên yekbûyî yên
Amêrîka li pêş in? Ji ber ku kesên îdeolojîya ku mirovê Emerîkî bi rê ve dibe, îdeolojîya Angilo-protestan a ku li ser nirxê esasî yê, pragmatîst hatiye avakirin. Ev bûye, yê ku xwe ji hînbûna kevin tecrîd kiriye (dûr xistiye), tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevdigere. Ji bo vê yekî Yewnanî bên ji Asûran tiştekî hîn bibin, naçin weke Asûran najîn. Wê weke xwe bijîn. Lewre ew tiştê ku ji Asûran hîn dibin, di nav de weke ne pêvekirinê, weke sînerjî çêdike. Yanî weke tiştekî lê zêde bike na, weke sinerjîkî mezin çêdike. Qat bi qat wê mezin dike.
Ji bo vê di astê teqandinê de mezinahîyekê çêdikin, şaristaniya Rojava li hemberî ya Rojhilata Navîn di asta teqandinê de guhertinê çêdike. Ev niha girîng e. Wê demê divê em pirsgirêkê di îdeolojîyê de bigirin dest. Pirsgirêka îdeolojîyê çi ye? Em ê îdeolojîyê bi rengekî dogmatîk di çarçoveya pîrozkirina elimandinan de bigirin dest, yan jî her demê qalibên xwe yên baweriyê yanî yên di hundirê mejî de û liv û tevgera xwe ya jiyanî bi tiştên zanistî re rûberî hev bikin. Bi vî rengî em ê bijîn? Mixabin heta niha em bi jiberkirinê dijîn! Yan bi kopyakirina tiştên derve, yan jî bi elimandinên kevin, bi hêza urf û edetan em dijîn.
Ev her du jî guhertinan baş çênakin. Ji bo vê îdeolojî her tiştî diyar dike. Rewşa aborî jî diyar dike. Em bala xwe bidinê Ereb, porangên petrolê qut bikin, wê Rojava dîn bibe, ji hal de bikeve. Lê em bala xwe bidinê çavkaniyên madî tevî ku di destê wan de ne jî, lê pir li paş de ne. Wê demê tenê çavkaniya madî têrê nake ku mirov tenê pêşketinê çêbike. Îdeolojîya rast dikare çolê bike Buhişt, lê îdeolojîa çewt dikare Bihuştê biqulêpe, çolê bike Dojeh. Ji bo vê di aliyê mijarê de girîng e ku mirov baş li ser îdeolojîyê kûr bibe. Qalibên îdeolojîyê yên ku hatine danîn, bi hêza ideolojî, ola Yekxwedayî û bi saziyên dewletê xwe bi zorê bi cih kirine û li pêşberî pêşketinê dibin asteng.
* Ji Pirtûka Şehîd Rûstem Cûdî ya ‘Rojhilata Navîn’ hatiye girtin.