BERLÎN – Yekemîn roja gera ciwanan a ku li bajarê Berlînê yê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) destpê kiribû, bi Semînera Dîroka Faşîzm û Şerê Taybet bi dawî bû.
Di semînerê de pêvajoya ji zayîna faşîzmê heta dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn li tevahiya Ewropayê belav bû hate nîqaşkirin.
Piştre derketina şerê taybet û polîtîkayên di vî warî de hatin meşandin hatin nirxandin. Hate diyarkirin ku şerê taybet di encama polîtîkayên dewletan ên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn a ji şerê fizîkî dûrketin derketiye û têkiliya wê ya bi faşîzmê re hate destnîşankirin.
Hat nîqaşkirin ku şerê taybet li ser ciwanên li Ewropayê dijîn çawa bandor kiriye û divê li hemberî vê çi bê kirin, hat nirxandin.
Ciwanan di dawiya semînerê de bal kişandin ser pêwîstiya birêxistinkirin û hişyarkirinê ji bo parastina ji polîtîkayên şerê taybet.