NAVENDA NÛÇEYAN- Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) bi daxuyaniyekî ve ragihand ku milîsên wan ji bo pîrozkirina Pêngava 15’ê Tebax’ê li Amadû Gever’ê çalaki lidarxistine.
Daxuyanî wuha ye:
Milîsên me li Gever û Amed’ê bi armanca silavkirina pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê çalakiyek li dar xist.
6’ê Tebaxê saet di 22.30’an de milîsên me li Taxa Kişla ya kevin a Geverê derketin rê. Milîsên me 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi qîrîna dirûşmeyan silav kirin û berxwedana gerîlayan bi fîşekên hewayî demek dirêj pîroz kirin. Dagirkerên ku di dema çalakiya milîsên me de li herêmê bûn, bi kontrol û dewriyeyên GBT’ê êrîşên xwe yên li ser taxan berdewam kirin.
9’ê Tebaxê bi şev saet di 01:00’an de milîsên me bi armanca silavkirina operasyona 15’ê Tebaxê li taxa Yenîhal a navçeya Bağlar a Amedê çalakiyek li dar xistin. Milîtanên me bi qîrîna dirûşmeyan bang li raya giştî kirin ku berxwedana gerîlayan hembêz bikin, bi fîşekên hewayî pêngava gerîla ya dîrokî silav kirin û li qadan pîroz kirin.
Bi van çalakiyan em pêngava dîrokî ya gerîlayên 15’ê Tebaxê silav dikin û bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz dikin ku li dora berxwedana Îmraliyê bibin yek. Divê hemû gelê me bizane ku ruhê berxwedan û têkoşînê yê 15’ê Tebaxê ye ku wê me ber bi serketin û azadiyê ve bibe. Ciwanên qehreman ên Kurdistanê, werin em bi ruhê 15’ê Tebaxê di van çeperên şoreşgerî û azadiyê de li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û azadiyê bi dest bixin.
Bijî ruhê berxwedanê yê 15’ê Tebaxê.
Bijî Rêber Apo û berxwedana Îmraliyê.”