BERLÎN – Tûra ciwanan a li Berlînê ya ku ciwanên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê yên ji bajarên cuda yên Elmanyayê hatin cem hev, di roja xwe duyemîn de bi hemû coşa didome.
Roja duyemîn a Tûra Ciwanan a Berlînê bi ziyareta abîdeya sosyalîstan a li Lichtenbergê ku gora kesayeta girîng a şoreşa jinê Rosa Luxemburg lê ye, dest pê kir.
Ciwanan kesên di têkoşîna sosyalîst de jiyana xwe ji dest dane li bîrdariyê bi deqeyek rêzgirtinê bi bîr anîn. Li ser gora wê bi berfirehî behsa jiyan û têkoşîna Luksemburgê hat kirin.
Rawestgeha duyemîn a gerê Bîranîna Şerê Sovyetê li Parka Treptower bû. Koma ku ber bi abîdeyê ve dimeşiyan peykerên bi gotinên siyasetmedarên Sovyetê yên li ser rêya bîrdariyê lêkolîn kirin û fikrên serdemê nirxand. Ciwanên ku herî dawî abîdeya li navenda parkê ziyaret kirin, gera xwe ya li Parka Treptowerê bi dawî kirin.
Ciwan dê bernameya roja duyemîn bi semînera “Di Şoreşê de Rol û Girîngiya Jinê” temam bikin.