KOBANÊ- Di çarçoveya Pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê de, ji bo bîranîna endama Komîteya Ciwanên PKK’ê Şehîd Bişeng Brûsk û rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha turnuvaya futbolê dan destpêkirin. Maça dawî ya turnuvayê ku bi dehan tîmên futbolê tê de cih girtin, duh bi şev li qada Dostluk a bajarê Kobanê hat lîstin.
Maça herî dawî bi beşdariya bi dehan ciwan sazî û gelê Kobanê ve pêk hat.
Di maça ku li Yarîgeha Dostlukê hat lîstin de Tîma Surkûlê bi encama 2-1 ji tîma Rêbazê bir û bû şampiyonê turnuvayê.
Di dawiya maçê de xelat ji bo her du tîman hatin dayîn û golparêzê tîma Rebaz Basil Faysal Îbrahîm xelata “golparêzê herî baş” yê turnuvayê wergirt.
Lîstikvanê tîma Rêbaz; Cemal Omer Heso xelata “golektorê herî baş” a turnuvayê wergirt. Her wiha ji bo hewldanên wan ên di tûrnûvayê de ji hakem û kaptanan re diyarî hatin dayîn.
Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftinek kurt hat kirin. Ciwanê ku axivî diyar kir ku pileya şehadetê yek ji mezintirîn nirxên ku mirov dikare bide gelê xwe û welatê xwe ye û wiha got: “Em soza xwe ya ji bo şehîdên xwe yên ku di rêya rûmet û şerefê de canê xwe feda kirine, nû dikin. Silav li giyanê şehîdên me.” Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Şopandina şopa wan ji bo me rûmet e.
Piştî ku endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftina xwe bi dawî kir, diyarî pêşkêşî zarokên şehîdan ên di turnuvayê de amade bûn, hatin kirin.
Turnuva bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.