BERLÎN – Roja dawî ya gera ciwanan a Berlînê ya ku ji aliyê ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê yên ji bajarên cuda yên Elmanyayê hatin cem hev, dest pê kir.
Di roja dawî ya gerê de ciwanan li navenda bajarê Berlînê cihên dîrokî û çandî ziyaret kirin.
Ciwanan bi Birca Televîzyonê ya li Alexanderplatzê dest bi gerê kirin û Katedrala Berlînê, Muzeya Neues/Altes, Bazara Hunerê ya Berlînê, Qada Rosa Luxemburg, Brandenburger Tor û Bundestag ziyaret kirin.
Ciwan wê rojê bi semînera Dîroka Ciwanan berdewam bikin û bi şeveke moralê ve gera ciwanan temam bikin.