AMED- Bi çalakiya bi pêşengiya rêheval Egît di 15’ê Tebaxa 1984’an de rê li ber gerîlatiyê vekir. Pêngava 15’ê Tebaxê ku weke roja yekemîn guleya li dijmin hate xistin tê binavkirin, ev 40 sal in ji aliyê gelê Kurd ve tê pîrozkirin û bûye roja vejînê.
Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) bi boneya Pêngava 15’ê Tebaxê li Amedê gelek nivîs nivîsandin. YCWK’ê têkildarî mijarê ev agahî da:
“Ji yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê bi boneya 15’ê Tebaxê çalakiya nivîskî!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê, bi boneya 40’emîn salvegera Pêngavê êvara 10’ê Tebaxê li gelek deverên Amedê xebatên nivîsandinê kirin.”