BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayên azadiyê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî li dar xistine û di vê çarçoveyê de 9 dagirker hatine cezakirin.
Daxûyanî wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Metîna;
Roja 8’ê Tebaxê saet 15:15’an de li herêma Berxwedanê ya Golka de dolmîşa dagirkeran hate hedefgirtin û bi çekên navînî hate gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
9’ê Tebaxê saet 09:30’î de li herêma Berxwedanê ya Golka de seyareya dagirkeran hate hedefgirtin û bi çekên navîn hate gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Roja 9’ê Tebaxê saet 15:30’î derbên giran ên dagirkeran ên li Herêma Berxwedanê ya Golkayê bûn hedef û 3 caran bi çekên giran hate gulebarankirin. Di encama van çalakiyan de kepçe hate derbkirin û hate rawestandin û dagirker neçar man astekê paşde vekişin.
2. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
9’ê Tebaxê saet di 01:58’an de, dagirkerên herêma Berxwedana Girê Amediyê bûne hedef û bi çekên giran gulebaran kirin.
9’ê Tebaxê saet 06:30’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Amediyê bûne hedef û bi çekên giran gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
10’ê Tebaxê saet 02:50’î de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran bi taktîka sûîqestê hedef girtin û gulebaran kirin û 1 dagirker hate cezakirin.
10’ê Tebaxê saet 09:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li herêma Berxwedana Girê Cûdî ve bi pêş ve biçin, bi çekên navîn ên otomatîk hedef hatin girtin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.
10’ê Tebaxê saet 09:00’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Cûdî bûne hedef û bi çekên giran gulebaran kirin.
7’ê Tebaxê saet 16:30’an de li herêma Berxwedana Girê Bahar a dagirker bi taktîkeke sûîqestê êrîş hat kirin. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.
9’ê Tebaxê saet di 15:00 de, dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Baharê bûne hedef û bi çekên giran gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
10’ê Tebaxê saet 00:20’an hêzên me li herêma Berxwedanê ya Girê Bahar li helîkopteran xistin.
10’ê Tebaxê saet 03:20’an de li herêma Berxwedana Girê Bahar a dagirker bi taktîkeke sûîqestê hatiye gulebarankirin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. Piştre saet di 11.00’an de dagirkerên ku bi dedektorê cihê çalakiyê kontrol kirin, dîsa hatin hedefgirtin û bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin, 1 dagirker hate cezakirin û dedektorek jî hate derbkirin. Dagirkerên ku xwestin mudaxeleyî cihê çalakiyê bikin jî bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin, 1 dagirker hat cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Dagirkerekî din ê danê êvarê xwest çalakiyan li dar bixe, bi taktîka sûîqestê hat cezakirin. Di van çalakiyên ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet de; 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û dedektorek jî hate derbkirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
Di 10’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê FM 3 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
Di 10’ê Tebaxê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî du caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 8 û 10’ê Tebaxê de herêmên Girê Şehîd Hêmîn, Şehîd Şerîf, Berbizinê, Sinînê, Lolan ên girêdayî îd Delîl Rojava Zap’ê, Girê Bahar, Girê FM’ê yên girêdayî herêmê 5 caran, Herêmên Berxwedanê Bêşîlî yên herêma Metîna. carek; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 28 caran hatiye bombekirin.
Di 8, 10 û 11’ê Tebaxê de Herêmên Berxwedanê Girê Cûdî, Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê û Berxwedana Serê Metîna ya herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.
11 Tebax 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê”