DÊRAZOR- Li bajarê Dêra Zorê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zenobya li dijî komkujiya ku Hikûmeta Şamê li Dêrezorê pêk anî û di encamê de zarok jî di nav de 11 kes şehîd bûn, meşek girseyî hate lidarxistin.
Meşa ku bi beşdariya gelê Dêrezorê û her wiha saziyên sivîl û leşkerî pêk hat, li pêşiya Meclîsa Dêra Zorê destpê kir. Di rê de welatiyan siloganên bi zimanê erebî “Em bi can û xwîn bi te re ne ey şehîd, şehîd namirin” qîriyan û siloganên şermezarkirina rejîma Sûriyê û daxwaza îstifakirina Beşar Esed bilind kirin.
Çalakiya ku li nuqteya Xaçerêya Salhiye bi dawî bû, li ser navê Meclîsa Jinê ya Zenobiya, jinên eşîr û mafên zarokan daxuyanî hatin dayîn.
Daxuyaniyan de redkirina hebûna hêzên rejîma Sûriyê û dewleta Îranê li herêmê hatin dayîn, herwiha daxwaza hesabpirsîna ji komkujiya sivîl û zarokan kirin.