AMED – Şaredariya Rezanê dê biryar da ku Navçeya Rêzan’ê bike 4 taxên cuda û navê yek ji wan jî bike navê Kemal Kurkut.
Meclisa Şaredariya Navçeya Rezanê (Bağlar) biryar da ku Taxa Bagcilara ku 151 hezar û 459 nifûsa wê heye bike 4 taxên cuda. Bi vî awayî şaredarî armanc dike ku xizmeteke baştir ji taxa ku nifûsa wê zêdetirî 8 parêzgehan e bike.
Şaredariya ku navên taxan jî diyar kir, dê navê yek ji taxan bi navê Kemal Kurkut ê di 21’ê Adara 2017’an de di Newroza Amedê de bi guleya polîsan hat qetilkirin, bike. Navê taxên din jî bi biryara meclisa şaredariyê wekî Amîda û Azadî hatin diyarkirin.