ŞEHBA- Bi nêzîkbûna 41’emîn salvegera Pêngava Mezin a 15’ê Tebaxê re ciwanên Efrînê yên li Şehbayê dijîn dest bi pîrozbahiyê kirin.
Danê êvarê jî bi dehan kes hatin cem hev û meş pêk anîn. Di meşê de filemayên Rêber APO, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyê Şehîd Egîd hatin hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO, Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin.
Piştî meşê ciwan li ber Meclîsa Ciwanan hatin cem hev û şahî pêk anîn. Beriya pîrozbahiyê di şexsê fermandarê mezin ê şehîd Egîd (Mahsum Korkmaz) de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre jî ciwanan govendên dîlanên ji herêma Efrînê girtin.