DÊRAZOR- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Dêrazor’ê derbarê êrîşa hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî wê ya li dijî gelê Dêrezorê daxuyaniyek da.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca van êrîşan têkbirina aştiya civakî ya ku bi Şoreşa Rojava ve hatiye afirandin û aramiya herêmê xerakirine û got, “Em weke ciwan amade ne li dijî her hêzeke ku planên bi vî rengî yên xayîn pêk bîne bersiv bidin û ji bo welatê xwe şer bikin.”
Daxuyanî wuha ye:
“Êrîşên dewleta Şamê, milîsên Îranê û çeteyên wê yên li dijî herêmên rojhilatê Firatê yên gundewarên Dêrazorê pêkhatin de tê zanîn ku qurbaniyên vê komkujiyê sivîlên bêguneh, zarok û jin birîndar bûne. Tişta ku hikûmeta Şamê û çeteyên wê li dijî gelê me yê Dêrezorê dike, komployek li dijî hemû gelê herêmê ye.
Em soz didin ku em ê li hemberî her êrîşeke li dijî gelê me, bi taybetî li Dêrezorê û bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bin û em ê bersiva her êrîşeke bidin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo têkbirina dijmin û çeteyên wî armancên wan ên sabotekirina herêma me, belavkirina terorê û derxistina nakokiyan di navbera gelan de, li dijî van ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk dixebitin.”