NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH (Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku milîsan Mahsum Korkmaz bi armanca silavkirina 15’ê Tebaxê, 7’ê Tebaxê bi şev saet di 04.00’an de li Bursa/Kestelê bi taktîka sabotajê kargeheke tekstîlê hedef girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şewata ku di encama çalakiyê de derketiye febrîqeya tekstîlê bûye kûl û bi milyonan lîre zirar dîtiye.
Daxuyanî wiha ye:
7’ê Tebaxê bi şev saet di 04.00’an de milîsên HBDH Mahsum Korkmaz li Bursa/Kestelê bi taktîkeke sabotajê kargeheke tekstîlê hedef girtin. Di şewata ku di encama çalakiya ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hat lidarxistin de, febrîqeya tekstîlê bû kûl û bi milyonan lîre zirar dît.
Piştî çalakiyê milîsên me bi silametî paşde vekişiyan herêmên xwe.
Pêngava 15’ê Tebaxê ku yek ji pêngavên fedaî û domdar ên şoreşa me ya yekbûyî ye, weke xala şer û îradeya şer a hêzên me yên li çiya û bajaran didome. Dengê yekemîn guleya fermandarê Nemir Egît (Mahsum Korkmaz) û hevalên wî yên li dijî faşîzm û metîngeriyê di heyameke hebûn û tunebûnê de, îro li çiyayên Kurdistanê deng vedide. Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet di bidestxistina azadiya gelê Kurd de, ji bo pêşxistina şert û mercên ku kedkaran ji fermana faşîst bipirsin û bibin milîtan rolek aktîf lîst û di dîroka me ya şoreşê de girîngî û keda xwe parastiye.
Gerîlayên me yên azadiyê, rêhevalên me yên şoreşger ên di zindanan de, gelê me yê demokrat-welatparêz û her kesên li dijî rejîma faşîst ev banga jiyana azad û bi rûmet anîne ziman û heta roja me ya îroyîn gihandiye berxwedanê. Her ku krîza dewleta Tirk a faşîst roj bi roj kûrtir dibe, êrîşên wê yên li dijî kesên ji bo azadiyê têdikoşin jî zêde dibin. Di şerê dijwar ê li Başûrê Kurdistanê de, hevkar di bin fermandariya pisporên şerê taybet ên Tirk de li dijî gerîla tevdigerin. Li aliyê din gerîlayê azadiyê bi ruhê Fermandar Egît rê li ber artêşa dagirker nade û li pey hev lêdanan didomîne.
Em wek şervanên fedakar ên Şoreşa Yekbûyî heta ku em di şopa nemirên xwe de azadiyê bi dest bixin û dagirkeran ji Kurdistanê derbixin em ê têkoşîna xwe bidomînin!
Bijî HBDH!
Bijî Serkeftina me ya 15ê Tebaxê!
Bi Ruhê 15’ê Tebaxê pêşde!