HESEKÊ – Akademiya Erka Xweparastinê ku li ser navê Şehîd Ehmed Abdil Alhisen hatibû destpêkirin, îro bi dawî bû. 300 endamên Erka Xweparastinê yên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bibûn, perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kirin. Serkeftina dewreyê bi tevlîbûna gel û gelek saziyan bi moraleke bilind hate pîrozkirin. Moral bi toreneke leşkerî dest pê kir. Û bi gelek xwepêşandanên leşkerî berdewam kir.
Piştre li ser navê Erka Xweparastinê axaftin li ser wate û girîngiya rojê hate kirin.
Di destpêka axaftinê de dewreya perwerdeyê bi serkeftî li Rêber APO û malbatên şehîdan hate pîrozkirin. Ciwanan jî ji ber tevlîbûna serkeftî ya perwerdeya xwe pîroz kirin. Her wiha di axaftinê de 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê jî hate pîrozkirin. Di axaftinê de ev xal hatin nirxandin: “15’ê Tebaxê ku di sala 1984’an de li dijî dewleta faşîst a Tirk a dagirker ku di bin fermandariya Şehîd Egît (Mahsum Korkmaz) de guleya yekemîn hat avêtin, roja vejîna gelê Kurdistanê ye. Piştî ku ev fîşek hat avêtin, ev ruh li her derê belav bû, niha bi sedan ciwan parastina vê mîrateyê dikin û erka herî bi rûmet pêk tînin.”
Bi sedan ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka xwe ya welatparêzî bi cih tînin û tevlî Erka Xweparastinê dibin. Piştî perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî xizmeta welatê xwe dikin.