ŞEHBA- Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşger perwerdeyê dide ciwan û gel.
Îro endamên tevgera ciwanên şoreşger, Desteya Çand û Hunerê û Desteya Werzîşê li navenda ciwanan a navçeya Ehdaşê hatin cem hev û dest bi perwerdeyê kirin.
Di vê mehê de li ser rol û mîsyona ciwanan di stratejiyê şerê gel ê Şoreşgerî de, ders hate dayîn. Perwerdeya ku bi beşdariya 40 endaman pêkhat, bi nîqaş û plansaziyê bi dawî bû.
Ciwan jî li ser pîvanên Şerê Gel ê Şoreşger perwerdeyê dibînin. Îro 20 ciwan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Ehdas a herêma Şehba ji bo perwerdeya tendûristî li navenda ciwanan hatin cem hev.
Ji aliyê Saziya Tenduristiyê ya Şehbayê ve ji bo ku di dema şerekî awarte de bikaribin mudaxeleya yekem bikin perwerdeya tenûrsitiyê li ciwanan hat dayîn. Hate diyarkirin ku dewreyên perwerdeyê dê li ser esasê amadekariya ciwan û gel li ser esasê stratejiya şerê gel ê Şoreşgerî wê berdewam bikin.