KOBANÊ- Îro 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya jinên ciwan ên Kobanê bi şahiyekî hate pîrozkirin. Malbatên şehîdan, endamên Kongra-STAR’ê û gelek ciwanên Kobanê beşdarî şahiya ku li pêşiya Komîna şehîd Serhad hat lidarxistin bûn.
Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir, bi axaftina kurt a endama Yekîtiya Jinên Ciwan Leyla Mihamed a li ser wate û girîngiya rojê berdewam kir. Mihamed di axaftina xwe de 15’ê Tebaxê cejna vejînê li hemû gelê Kurd bi taybetî li şehîdan û Rêber APO pîroz kir.
Qada şahiyê ji aliyê ciwanan ve bi wêneyên şehîd Egîd, Rêber APO û alên tevger û partiyê hate xemilandin û piştre gel bi pêxistina mûm li ber wêneyên şehîdan şehîdên xwe bi bîr anîn.
Piştre çalakiya moralê bi stran û dîlanên govendê ji aliyê Hunermend Evîn û zarokên Kobanî ve bi dawî bû.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan danê êvarê li navenda bajêr hatin cem hev û bi meşekê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.
Ciwan bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Tolhiladan”, pankarta “Bi Ruhê 15 Tabaxê Cenga Azadiyê Serbixin” meşiyan.
Çalakî piştî meşê bi gerandina govendê bi dawî bû.