NAVENDA NÛÇEYAN-
Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Civaka kapîtalîst çawa lûtke û dewama civakên berê yên mêtinger e, jin jî bandora koletiyê ya van hemû sîsteman li asta herî jor dijî.
Sîstema zordest a emperyalîst û netewçînî ya desthilatdariya kapîtalîst, di dîrokê de yekem car gihîşt wê mezinbûnê ku karibe xwe bigihîne hemû dunyayê. Cihekî ku nehatibe dagirkirin nemaye. Di dawiya sedsala 19. de ev rastî pêk hatiye. Tehekuma li ser hîmê netewî, çînî, etnîkî, dînî, cinsî û di dîrokê de asîmîlasyon û heta qirkirin digihîje asta herî bilind. Di vê serdemê de êdî mirov kurmê mirov e. Em wexta wek împaratoriyê qebûl bikin, DYE gihîştiye qonaxa dawîn. Em di serdema dawîn a împaratoriyê de ne.
Li gorî teoriyê, ev rêveberî, desthilatdariya dewletê ji bajarekî, ji welatekî, ji sînorê netewekî derbas dike, di şexsê kesekî de bi cih dibe û her tim belav dibe, paşê rawestîn, paşketin û bi hilweşînê cereyan dike. Eger di civakê de bi cih bibe, bandoreke zincîrwarî dike. Her desthilatdariya nû, neçar tê hîştin ku li ser şopên berê bibe împaratoriyek. Beriya Zayînê di salên 2350’an de -li gorî dîroka nivîskî – ev zincîrwariya dîrokî ya di dema Sumeran de bi binemala Aqadan dest pê kir, îro di dewleta DYE de bi binemala Bush dewam dike. Aliyê seyrê dabaşê ew e ku li cihê derketina împaratoriya yekemîn, împaratoriya dawî di şer de ye. Wê wextê em dikarin prensîba nebatan bifikirin û bibêjin; her nebat li ser koka xwe hişk dibe.
Rastiya serdest naguhere
Di rastiya împaratoriyê de cihê dewletên serbixwe, netew û têgihîştina civakê nîne. Ya rastirîn, serxwebûn dikare were îdealîzekirin. Lê bûyereke nadîde ye, ji bo bi cih anînê. Li gorî realîteya qebûlê dibîne, di çarçoveya împaratoriya serdest de hewcebûn û pê ve girêdan dibe. Dibe ku asta hewcebûn û pê ve girêdanê biguhere, lê rastiya serdest naguhere. Di împaratoriyê de ku li derdora 4350 sal e, li ser civakan bi bandor e, sererast an jî ne sererast ji muttefîkên bi împaratoriyê ve girêdayî heta dewletên bêqîmet ên dûvikên serweriyê, hûrik mezin gelek komên xwedî îqtîdar di nav sînorên heyî de pê ve girêdayî û hewce ne. Di serdema dewlet-netewa rastîn di nav netew de hindikayiyek – xwe herî serbixwe dibîne ev rastî hê li cih e. Serxwebûna tam a ji hêza hegemon, lîstik û îddîayeke netewparêzan e ji bo bandorê li civakê bikin. Dema hêza hegemonîk tê gotin; zîhniyeta herî xurt, desthilat, tevî hebûna civakî û aborî hebûneke xurt a eskerî û xwediyê zanist û teknîka mezin tê îfadekirin. Hebûna DYE li gorî vê pênaseyê li cih e, lewra ew îro yekemîn hêza hegemonîk e. Lê ji hemû krîza sîstemê, şêwazê rêvebirina wê û encamên wê, alî û berpirsiyarê sereke ye.
Eger mirov taybetiyên civakî yên sîstemê di warê jinê de analîz bike, wê gelekî bi kêr û hînker be. Noqteyeke divê ez ji serî ve bibêjim ev e; çi rastiyek civakî dibe bila bibe, bi tena serê xwe nabe aliyê wê yê siyasî, civakî, aborî, çandî û hwd. bi veqetîna ji mijarên din were lêkolînkirin, divê mirov ji hewldanên bi vî rengî dûr bisekine. Di nav yekparebûna dîrokê de civaka ku xwe her tim pêk tîne, sîstemên avahiyên wê yên jor û jêr mîna parçeyên saetekê bi hev re dixebitin. Zanyarên Rojavayî di warê veqetandina parçeyan de nexweş in, û bi sedema ji vê yekparebûnê dûr disekinin, rastiyê wenda dikin. Ji bo bi awayekî ilmî rastî were fêmkirin, ev rêbaz hewce ye, û pir girîng e ku yekparebûn li ber çav were girtin.
Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye
Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Civaka kapîtalîst çawa lûtke û dewama civakên berê yên mêtinger e, jin jî bandora koletiyê ya van hemû sîsteman li asta herî jor dijî. Eger em heta jina di cendereya mêtingerî û zordestiya civaka dewletparêz û hiyarerşîk a herî kevin û dijwar de derbasbûye û şêweyek danê fêm nekin, em nikarin civakê rast rave û tarîf bikin. Ji bo koletiya etnîk, netew û çînî rast were fêmkirin, hewce ye jin rast were tarîfkirin. Tevî ku tîr di çuwal de hilnedihat jî, sosyolojiyê di dawiya çaryeka sedsala 20. de hindik be jî li ser mijara jinê hewl da hin lêkolînan bike. Tevgera Femînîst, karîbûye hawîrdorê, şer, texrîbên xeternak ên îqtîdarê, dîrok û karaktera cinsiyetparêz a serdest, bide fikirandin. Ev noqte bi xwe jî, di serî de ilmên civakî yên diviyabû objektîf bin, karektera cinsiyetparêz a hemû ilman nîşan dide. Ilim cinsiyetparêz e.
Têkiliya sîstemên tehekumkar bi azadiyê re ev e; difikirin ka wê hê çawa bi awayekî çor û rêbazên qurnaz dewam bikin. Jina herî zêde li ser navê wê destanên evînê hatine hûnandin û jina koletiyeke çor li ser hatiye ferzkirin, heman tişt in. Jin mîna çivîka kanarya di qefesê de – mala di bin destê mêr de – tê girtin. Çawa çivîk wexta tê berdan li paş xwe nanere difire û diçe, eger jin hinek zana bibe û cihekî wê lê azad bibe nas bike, mal, qesir, dewlemendî, hêz û kesê nereve nîne. Potansiyela wê heye ji hemûyan jî bireve. Bi qasî jinê ti hebûn bi girtinê – tinekirin û tepisandina şertên sûbjektîf û objektîf ên pêşketinê – nehatiye mehkûmkirin. Eger hemû analîzên civakî cihê xwe nabînin, plan û bernameyên wan nameşin û bûyerên li derveyî mirovatiyê diqewimin, ev hemû têkiliya wan bi asta koletiya jinê re hene. Ji lewra heta çareseriya jinê, azadî û wekheviya wê nebe, ti pirsgirêka civakê ji binî ve çareser nabe û wekhev azadiya wê pêk nayê.
*Ji pirtûka Rêber APO ya Parastina Gelekî hatiye girtin